DBP: Nîqaşkirina xeta azadiya jinê êrişek şerê taybet e

DBP’ê têkildarî êrişên li dijî pergala hevserokatiyê got, "Niqaşkirina xeta azadiya jinê êrişek şerê taybet e" û banga xwedîderketina rêgeza temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê kir.

Navenda Nûçeyan - Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), der barê êrişên li dijî pergala hevserokatiyê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya ku bi sernavê “Niqaşkirina xeta azadiya jinê êrişek şerê taybet e” hate dayîn de, wiha hate gotin: “Gelê me ya hêja, pergala hevserokatî ku forma rêveberiya temsîliyeta wekhev e ku di tarîtiya faşîzmê de kevneşopiya me ya têkoşîna welatparêziyê bi bedelên mezin bi taybetî ji gelê Kurd û hemû gelên bindest ên herêmê re wek modela azadiyê diyarî kir, di bin êrişeke mezin de ye.”

'Bi zanebûn dixwazin rêgeza temsîliyeta wekhev bidin nîqaşkirin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin namzetên wan rasterast ji aliyê gel ve hatin hilbijartin û bi vî awayî mînakek serkeftî ya demokrasiya radîkal nîşan dane û wiha hate gotin: “Xwedîderketina gelê me û hevalên me yên namzet ên ji bo hilbijartinên pêxwext ku destkeftiyeke girîng a têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê ye, hin beşan nerehet kiriye. Rêgeza temsîliyeta wekhev a ku bi taybetî di kevneşopiya me ya siyasî de di hemû qadên jiyanê de tê pêkanîn, bi zanebûn tê xwestin ji nîqaşan re were vekirin.”

'Divê namzetên me û gelê me hestiyar bin'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin bi zanebûn an jî nezanebûn bûyîna alîgirê van nîqaşan, tê wateya zemîna êrişên li dijî têkoşîna azadiya jinê û paradîgmayê û wiha hate gotin: “Divê beriya her tiştê namzetên me û gelê me li dijî van nîqaşên fikra xirab ên li ser namzetên me yên Hevserokatiyê tên meşandin, bihest û hestyar bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Neqebûlkirina temsîliyeta wekhev, hevserokatî û îradeya jinê ku pêwîstiyên paradîgmaya me ne, wê di aliyê têkoşîna me de tu carî neyê qebûlkirin. Hemû namzetên me bi zanebûn û qebûlkirina felsefeya partiya me ya hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û pergala fermuarê ketin hilbijartinê."

'Wê tu carî tawîz neyê dayîn’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her hevalekî me ya hat hilbijartim, hevserokê partiya me û gelê me ye. Wê tu carî tawîz ji têkoşîna me ya azadiya jinê, paradîgmaya me û rêgeza me ya hevserokatiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye model û bûye dirûşmaya têkoşîna jin û gelên cîhanê, neyê dayîn. Wê feraseta serokatî ya têkparêz a netewe-dewletparêzî tu carî neyê qebûlkirin. Di serî de namzetên xwe, em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li rêgeza temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê ku pêwîstiya paradîgmaya me ye derbikevin û têkoşîna xwe mezin bikin.”