DBP dê di serdama nû de bi heman hevserokên giştî bidomînin
Di 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê de Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir ji bo serdema nû dîsa hatin hilbijartin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250112-690x390cc-ank-12-01-2025-dbp-kongre-son3-jfif65011d-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 7’emîn Kongreya Asayî li Enqereyê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li dar xist. Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindır, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Psartî) Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl cihê xwe di kongreyê de girtin.
Di dawiya kongreye de Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên niha Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dîsa hatin hilbijartin.