Dayikên şehîdan: PDK îxanetê li xwîna zarokên me dike'

Dayikên şehîdan ên li warê koçberiyê li Şehbayê dimînin helwestên xwe li dijî hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re anîn ziman û gotin ku ger dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike wê bi PDK'ê re jî şer bike.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 15'ê Hezîrana sala 2024'an û vir ve dewleta Tirk êrîşên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye, ev êrîş bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê  (PDK) pêk tê. Di encama van êrîşan de gelek gund hatine valakirin, welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn, li kêlek wê xwezaya herêmê jî tê şewitandin. Li hemberî van êrîşan û kiryarên dijmirovî hikumeta herêma Kurdistanê û Iraqê ji bêdengiya xwe dernakevin û hê rê ji dagirkeriya dewleta Tirk re vedikin ku bi hêsanî derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bibe.

Li seranserê Kurdistanê gelê Kurd li ser piyan e û van êrîşan tu car qebûl nake. Dayikên pakrewanên azadiyê yên Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK'ê nerazîbûnên xwe bi rêya  ajansa me re anîn ser ziman.

'Berzanî bila li kurdîtiya xwe vegere’

Dayika pakrewan Can Xort Esiya Mihemed êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê şermezar kir û wiha got: "Em hevkariya PDK'ê û dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Mala Barzanî Kurd in û divê li kurdîtiya xwe vegerin. Berê me hebûna xwe bi hebûna mala Berzanî re îsbat dikir lê mixabin ev hebûn înkar kir û dihêle dagirkerî bi êrîşên xwe vê hebûna winda bike. Me zarokên xwe ji bo xaka Kurdistanê feda kiriye PDK îxanetê li xwîna zarokên me dike. Mixabin PDK şehîd, mal, çiya û xaka xwe teslîmî dagirkeriya dewleta Tirk dike. Em Malbata Barzanî şermezar dikin ku ew Kurd in û li dijî kurdîtiyê îxanetê dikin. Heya dilopek xwîn di canê me de heye em ê li pey şehîdên xwe bin û îxanetê li xwîna wan nekin. Dilê dayîkan disoje ji ber axa wê tê dagirkirin û pişaftin. Em tu car dagirkeiryê di nava xwe de qebûl nakin."

'Em ê tola pakrewanên xwe ji dagirkeiryê hildin'

Dayîka pakrewan Axîn Welat ku ji reseniyên navçeya Ehrezê ya Şehbayê Esiya Kusa balkişand ku PDK'ê bi hevkariya xwe ji dewleta Tirk re dixwaze wekheviya di nava gelan de têk bibe û got: "Min di doza Kurd û ji bo avakirina Kurdistanê zarokên xwe feda kiriye û ne poşmam in. Di nava gelan de wekhevî û yekitî hatiye avakirin lewre PDK dixwaze bi hevkariya xwe bi dagirkeriya dewleta Tirk re derbeyê li vê wekheviyê bidin û yekitiya gelan hilweşîne. Em ê tu car rê nedin xewn û xeyalên dijmin û PDK'ê, em ê tola pakrewanên xwe hilînin û nehêlin xwîna wan erzan bibe, bi yekitiya gelan wê Kurdistana azad bê avakirin û hemû netew tê de bi azadiya xwe bijîn."

'Tirkiye wê şerê PDK'ê jî bike'

Dayika pakrewan Ocalan Efrîn Remziyê Elî jî wiha pê de çû: "Erdoxan em koçî Şehbayê kirin û xaka me dagir kir, niha jî li Başûrê Kurdistanê eynî siyasetê dide meşandin milet koçber dike û gundên wan dagir dike. Dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê tevahî dagir bike û gelê Kurd tune bike, PDK jî destek dide Erdoxan ku xeyalên xwe pêk bîne. PDK îxanetê li xwe dike piştre li me dike ji ber ew jî Kurd e, lê xwedî li kurdiyetiya xwe dernakeve û xwe difroşe dagirkeran. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerê navxweyî di navber Kurdan de ava bike. Malbata Barzanî hembêza xwe ji dagirkeriyê re vedike û bi rehetî axa xwe jê re pêşkêş dike. Dema Erdoxan şerê xwe bi me re kir wê helbet bi PDK'ê re jî bike ji ber di encamê de ew jî Kurd in û dewleta Tirk şerê Kurdan dike, bila Hikumeta Herêma Kurdistanê rastiya dagirkeriya Tirk nas bike."