Dayikên Plazo De Mayo ji bo Abdullah Ocalan peyam dan

Li paytexta Arjantîn Buenos Airesê, Dayikên Plazo De Mayo ku her Pêncşemê ji bo 30 hezar windahiyê xwe çalakî lidardixin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam dan.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Arjantîn Buenos Airesê, di çalakiya şermezarkirinê ya Dayikên Plazo De Mayo de ku her Pêncşemê ji bo 30 hezar windahiyan lidar dixin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin parvekirin. Di çalakiyê de li ser şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û polîtîkayên tecrîda bi rêk û pêk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd yekane rêya çareseriyê ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn e. Hate ragihandin ku hêzên serwer ên navneteweyî ji gotineke bi tenê ya li Îmraliyê ditirsin, lewma jî sîstema tecrîd û êşkenceyê dewam dike.