Dayikên Parka Lalehê windahiyên xwe bi bir anîn
Li Îranê di sala 2019’an de di xwepêşandanên li dijî bihabûnê de gelek kes hatin qetilkirin. Dayikên Parka Lalehê jî windahiyên xwe yên ku di we dîrokê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya jiyana demokratîk bidomînin.
Navenda Nûçeyan – Zêdebûna bihayê gazê û kotaya bikaranîna sotemeniyê ku di 15’ê Mijdara 2019’an de li Îranê hat ragihandin, pêleke xwepêşandanan nû û tund li welat da destpêkirin û di êrîşa li dijî xwepêşandêran de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Dayikên Parka Lalehê ku her sal di 15'ê Mijdarê de windahiyên xwe bi bîr tînin, îsal jî daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniya bi sernavê "Ji bo azadî, demokrasî û edaletê em bibin yek" de banga yekitiyê li hemû aliyên hestiyar hat kirin.
"Li welat edalet tune ye"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma Îranê roj bi roj zêdetir faşîzan dibe û wiha domiya: "Zêdetirî 40 sal in em rastî polîtîkayên cudakar tên. Azadiya me tê astengkirin, li welat edalet nîn e. Bi nêzîkatiyên herî hovane û neheq re rû bi rû dimînin em. Hewl tê dayîn civak bi polîtîkayên mêtingeriyê bê tunekirin lê em ê destûrê nedin vê û em ê têkoşîna xwe ya jiyana demokratîk bidomînin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
-Bila qamçîkirin û cezayê darvekirinê bê rakirin; mirin, teror, qetilkirin, cînayet û di kolanan de qamçîkirin îşkenceya bi dawî bibe.
- Bila hemû girtiyên polîtîk, siyasî û aktîvîst bên berdan.
- Bila di Komara Îslamî ya Îranê de kesên ku di asta desthilatdariyê de û bi bikaranîna deshilatdariyê sûcên mafên mirovan dikin bên darizandin, derkevin pêşberî dadgehê,
darizandinên adilane bên kirin û bila wijdanê civakê were rihetkirin.
- Bila azadiya derbirînê bê mîsogerkirin.
-Bila mafê protesto û grevê bê qebûlkirin û destûrê bê dayîn ku komele û partiyên serbixwe bên avakirin.
- Bila pêşî li her cure cudakariyê bê girtin.
-Bika kar û xebatên ol û dewletê ji hev bên cudakirin.”
Li Îranê xwepêşandanên meha Mijdarê çawa dest pê kirin?
Sibeha roja Înê ya 15’ê Mijdarê, xwepêşandanên bêmînak li bajarên cuda yên Îranê derketin û xwepêşandanên ku li bajarê Meşhedê dest pê kiribûn, di demeke pir kin de belavê 100 navendan bibûn. Tenê li 15 bajarên giredayî parêzgeha Xuzistanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Yek ji sedemên herî mezin bandora di demeke kin de belavbûna xwepêşandanan a li seranserê welat ji ber "zêdebûna petrolê" bû.
Di xwepêşandanên sala 2019’an de ku li seranserê welat bilindbûna nirxê sotemeniyê bû sedema aloziyan, rejîma Îranê ew kesên ku daketin kolanan wek “xayînên welat, fîdyeci” bi nav kir û doza destwerdanê li gorî awayê diyarkirina xwepêşandêran bû. Bi tank û helîkopteran mudaxeleyê hin çalakvanan kiribûn. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li 21 bajaran hejmara çalakvanên ku tenê di nava çend rojan de jiyana xwe ji dest dane 106 e.
Li gorî rapora navenda statîstîka Îranê, di sala 2019`an de enflasyona salane gihîşt ji sedî 51.4 û li gundan enflasyon ji bajaran zêdetir bûye û bû ji sedî 59.4. Tê zanîn ku zêdebûna hejarî, bêkarî û gelek faktorên di warê mafên mirovan de rê li ber xwepêşandanên bi bandor ên kolanan vekir.