Dayikên Mexmûrê: Ji şîr heya pîr em ê li ber xwe bidin

Şêniyên wargehê li dijî hewldana dorpêçê ya hikumeta Iraqê li ber xwe didin. Dayikên ku di refên pêş a vê berxwedaniyê cih digrin gotin: “Em ji ber zilm û zordariyê penaber bûne, em tu caran dorpêçê qebul nakin.”

Mexmûr - Artêşa Iraqê duh di saetên sibehê de bi hêzekê mezin hate Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê. Artêşê, xwest ku dora wargehê bi têlên direhî bigire û li dora wargehê noqteyan deyne. Şêniyên wargehê jî li dijî vê hewldanê bertek nîşan dan. Artêşa Iraqê bi guleya êrîşê gel kir û di encama vê êrîşê de ciwanek sivik û ciwanek jî giran birandar bû. Artêşa Iraqê ji ber bertekên tund ên gel neçar ma ku duh xwe vekişîne. Lê belê artêşê îro dîsa dora wargehê girt û berxwedaniya welatiyan di roja dûem de bê navber berdewam dike.

Li wargeha Mexmûrê ku biryardariya dayikan ya li beramberî hewildanên artêşa Iraqê berdewam dike, dayîkan bertekên xwe li beramberî hewildanên artêşa Iraqê ya dorpêçkirina wargeha penaberan a Mexmûrê nîşan dan.

‘Me zilma dewleta Tirk qebûl nekir û em qebûl nakin’

Xanê Kara  ku li ruxmê temenê xwe yê mezin ji duh ve di nava berxwedaniyê de ye û rê nade artêşa Îraqê gavek pêş were wiha got: “Em ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk penaber bûne, ji sala 1994’an dema ku dewleta Tirk gundên me şewitandin em derketin li Zaxo em 19 roja di çalakiya gireva birçîbûnê de man em weke penaberên siyasî hatin naskirin. Li wareghên ku me guhertî jî hertim zilm û zordariya dewleta Tirk li ser me berdewam bû, me tu caran zilm û zordariya dewleta Tirk qebûl nekiriye û em qebûl nakin.”

‘Em ê xwedî li vîna xwe derbikevin’

Xanê Kara ya bû sembola berxwedana Mexmûrê bi gotina “Em ne ji birçan hatine, em ji ber doza xwe ya hatine” bal kişand pêvajoyên koçberbûna xwe ya ji Bakurê Kurdisyanê û bi van gotinan biryardariya xwe ya li dijî hikumeta Iraqê anî ziman: “Em bang li her kesî dikin li beramberî ev kiryarên ku beramberî me tên kirin bêdeng nebin. Duh artêşa Îraqê êrîşî me kir dû ciwanên me birindar kir. Ka mafê mirovan em bang li kesên ku dibêjin em mafê mirovan di parêzin bila li beramberî vê derbikevin, heta dawiyê em berxwadana xwe bikin. Em rê nadin artêşa Iraqê me dorpêç bike, me mafê xwe divê. Em ne ji birçan hatine, em ji ber doza xwe ya hatine. Em ê heta dawî li vîna xwe xwedî derbikevin.”

‘Ji şîr heta pîr em ê li ber xwe bidin’

Şerbet Akar jî berteka xwe li beramberî hewildanên artêşa Îraqê ya dorpêçkirina wargeha Mexmûrê nîşan da û wiha got: “Eve 25 sal e em li wargeha Mexmûr bi cih bûne. Em li vê derê tiştekê naxwazin em mafê xwe dixwazin. Dorpêçkirin şermezariya dewletan e, me hemuyan welatê xwe ji ber zilm û zoriya dewleta Tirk bi cih hêlaye em hatine vê derê. Em tu caran zext û heqeratê qebul nakin, em ê ji şîr heta pîr li beramerî vê dorpêçê em ê li berxwe bidin. Dinya li beramberî ne hiqûquya ku li beramberî tê pêkanîn bêdeg e. Em rê nadin artêşa Iraqê dora me dorpêç bike. Heta serkefetinê em ê li berxwe bidin.”