Dayikên Laçik Spî yên Başûr li hemberî dagirkeriyê rabûn

Komîteya Dayikên Laçik Spî li Silêmaniyê derbarê êrişan nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Em xwe weke dayikên hemû ciwanên ji bo azadiyê şer dikin dibînin. Em şîrê xwe li yên ku piştevaniyê didin dagirkeran helal nakin.”

Silêmanî - Êrişên dewleta Tirk ên li hemberî Herêma Başûrê Kurdistanê bê navber didomin. Li hemberî êrişan her diçe bertekên saziyên civakî parlementer, siyasetmendar û welatiyan zêde dibin, li gel vê jî hem hikûmeta Herêmê û hem jî ya Iraqê bêdenge. Komîteya Dayikên Laçik Spî yên Herêma Başûrê Kurdistanê li parka Dayik a bajarê Silêmaniyê kombûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
“Em dayik şîrê xwe li piştevanên dagirkeran helal nakin”
Komîteya Dayikên Laçik Spî di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em weke dayik, tu cûdahiyê naxin nava pêşmerge û gerîlayan de. Em xwe weke dayikên hemû ciwanên ji bo azadiyê têdikoşin dibînin. Em şîrê xwe li yên ku piştevaniyê didin dagirkeran jî, helal nakin. Gelê Başûr dizane ku armanca dewleta tirk, çêkirina şerek di navbera kurdan de ye. Mafê hemû netewek heye ku bi azad, li ser xaka xwe bijî û ji êriş û dagirkeriyan xwe biparêze. Gelê Kurd jî ku bi salane êriş li ser tê kirin, tenê xwe parastiye û tucarî êriş nekiriye ser xaka tu welatek. Xaka me dişewitînin, talan dikin, bi neheqî rez û daristanan dişewitînin. Me li ser xaka me penaber dikin. Xwe weke xwediyê xaka kurdan dibînin û di nava kurdan de aloziyê çêdikin. 
Em bi van daxwazan bang li Gelê Kurd û Parlamentoya Iraqê dikin; 
* Ji bo leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê werin derxistin, kar bikin.
 * Rê nedin şerê di nava kurdan de çêbibe.
 * Talankirina xweza û xaka Kurdistanê rawestînin.
 * Bila serdana malbatên ku ji ber bombebarana dewleta Tirk penaberbûne, neyê asteng kirin."
 Piştî daxuyaniyê dayikan li ser heman mijarê berê xwe dan ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê, tê payîn li wir bi parlamenterên Iraqê re bicivin û daxuyaniyê bidin.