Dayikên Laçik Spî: Peyama me pêkanîna aştiyê ye
Dayikên Laçik Spî ji bo pêkanîna aştiyê li herêma Kurdistanê serdana Saziya Şehîdên Kurdistanê kirin û daxwaz kirin ku partî û rêxistinên Kurdan ji bo aştiyê rola xwe ya pêşengiyê bi cih bînin.
Silêmanî- Îro danê sibehê li bajarê Silêmaniyê, komek ji dayikên Laçik Spî serdana Saziya Şehîdên Kurdistanê kirin û ji aliyê rêveberê giştî yên Saziya Şehîdan, Edîb Letîf ve hatin pêşwazîkirin. Dayikan daxwaza sekinandina şer kirin û xwestin Kurd rola xwe ya pêşeng bilîzin.
“Kurdistan niha di rewşek metirsîdar de ye”
Piştî hevdîtina bi Saziya Şehîdên Kurdistanê re dayikên Laçik Spî daxuyaniya çapemeniyê dan û di daxuyaniyê de endama dayikên Laçik Spî Fewziya Ebdulkerîm axivî û got: “Peyama me peyameke aştiyane ye û pêkanîna aştiyê ye. Niha Kurdistan di rewşeke metirsîdar de ye. Her aliyeke siyasî peyamek ne dirust belav dike. Ji bo wê em dixwazin ji desthiladaran re bibêjin bes bila belaya xwe ji Kurdistanê vekin. Bila bi rêyên aştiyane pirsgirêk werin çareserkirin û êdî bila dilê dayikên şehîdan neêşe. Serdanên me bi dawî nebûne û em ê serdana aliyên din jî bikin. Em dixwazin herêma Kurdistanê bibe herêma aştiyê û cihê jiyana bi hev re. Bila hemû aliyên siyasî hewla rêxistinbûna Kurdan weke erkekê ji bo xwe bibînin û aştiyê pêk bînin.”