Dayîkên Hesekê: Em azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dixwazin
Jinên ku li parka Nîsanê amade bûn, ji bo guhdarkirina peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez kirin ku ew ji rêberê xwe Ocalan hêz û cesaretê digrin û gotin: “Em azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dixwazin.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a dîrokî li 7 navendên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat guhdarkirin. Jinên ku li parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn, ji ajansa me re hest û nêrînên xwe anîn ziman.
‘Daxwaza me ya sereke azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’
Dayîka bi navê Sûriya Mihemed destnîşan kir ku pêwîstî bi azadiya fizîkî ya Ocalan heye û axaftina xwe wiha domand: “Îro em bi kelecaneke mezin hatine ji bo li peyama dîrokî ya Rêber Apo guhdarî bikin. Em pir kêfxweş bûn ku piştî 11 salan me nameyek ji serokê xwe girt, lê ev têra me nake. Em li hêviya dîtina wî ne. Daxwaza me ya sereke azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”
‘Em bi fikir û ramanên Rêber Apo ve girêdayî ne’
Eyşa Emîn jî der barê peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Em koçber in lê ev yek nebû asteng ku em li peyama dîrokî guhdarî dikin. Em bi fikir û ramanên Rêber Apo ve girêdayî ne û vê yekê hiştiye em êş û zehmetiyên koçberiyê tehemul bikin. Em bi banga wî bawer in ji ber ku rêberê me rêberê aştî û demokrasiyê ye. Banga me ji rêxistinên mirovî re ew e ku rêbertiyê ji zindanê azad bikin û xwedî li pîvanên exlaqî û mirovî derkevin. Dewleta Tirk dewletekî lawaz e û di nava aloziyeke mezin de dijî. Îro ji bo riya çareseriyê her kesê berê xwe daye Îmraliyê ji ber ku di wê baweriyê de ne kilîta çareserî û aloziyan Rêber Ocalan e.”