'Hêz û berxwedanî em bi xwe ne'

Penaberên Efrînê yên ku li kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin diyar kirin ku wê bi awayê şerê gelê şoreşgeri li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk rawestin.

RAPERÎN BEKIR

Şehba- Di dema dawî de asta gefxwarin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hovane zêde bûne, bi çekên giran û dronan sivîlan dikin hedef.

Ji bo rawestandina van gef û êrîşên li ser berxwedaniya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel bi berxwedanî û têkoşîna xwe bi rihê şerê gelê şoreşgerî berdewam dike ji ber ku dizane çareseriya tekane û herî baş a li dijî van êrîşan ev yek e.

‘Armanca dewleta Tirk wê vala derkeve’

Amîne Mousa ji Efrînê ye û li kantona Şehbayê dijî der barê amadekariyên gel ên li dijî êrîşan de axîvî û got: “Dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê û projeya xwe ya Osmanî pêk bîne her carê êrîşê herêmên me dike. Ev gefxwarin û êrîş ne nû ne, pênc sal in em koçber in. Dewleta tirk ji bo azadî û projeya me ya domokratîk têk bibe bi awayekî hovane êrîşê me dike. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî koçberên Efrînê li dijî van êrîşn bêdeng namînin. Tirkiye nikare têkoşîna me ya ji bo azadiyê têk bibe û wê armancên wan vala derkevin. Em ji her cureyên êrîşan re amade ne, bersiva me dê bibe parastina rûmet û mafên me ji ber ku em xwediyên vê xakê ne û serkeftin dê para me be.”

‘Divê projeya Netewa Demokratîk bê hembêzkirin’

Alîf Mehemed Dawoud jî bang li hemû gelên azadîxwaz kir û got: “Divê hemû gel û bi taybetî gelê Kurd li hundir û derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya Netewa Demokratîk hembêz bikin û li pêş siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk ku dixwaze xaka me dagir bike rawestin li pey lîstok û derewên wan neçin û ji desthilatdarî û hovîtiya wan bi bandor nebin. Aramî û ewlekariya ku li herêmên me niha heye bi saya xwîna zarokên me ye ji bo em bi awayekî aştiyane bijîn xaka me bi xwîna xwe avdan. Xwîna zarokên me buha ye em ê weke dayikên şehîdan li ser şopa zarokên xwe bin.”

‘Em xwedî hêza cewherî ne’

Asya Abdulezîz li ser girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê destnîşan kir ku divê asta têkoşînê bi awayê şerê gelê şoreşgerî bi riya rêxistinkirinê bi vîneke xurt zêde bibe û wiha got: “Em piştgirî û hêzê ji tu kesê naxwazin, tenê hêza me û berxwedan, me diparêze divê em bi awayê şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin. Em gelê Efrînê bêyî warê xwe nikarin bijîn, dagirkeriya dewleta tirk nikare berxwedana me têk bibe, em xwedî maf in û Efrîn ya me ye çi dibe bila bibe em ê mafên xwe paşve bigrin. Dergeh li pêş me girtî ne û hikumeta Şamê dorpêça xwe li ser me her roj zêdetir dike, tevî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a hovane li ser me tê meşandin. Lê hemû astengiyan jî nikarin pêşî li berxwedaniya me bigrin.”