Dayikên di Berxwedana Serdemê de cih girtin: Me hêz ji hev girt

Dayikên pakrewanên Berxwedana Serdemê teqez kirin ku di Berxwedana Serdemê de berdêlên herî giran dane, lê ne poşmam in. Dayikan dibêjin ku di berxwedanê de gel û şervan hêzê ji hev girtine.

HESNA MIHEMED

Şehba - Efrîn di Berxwedana Serdemê de dîrok bi tîpên zêrîn û bi xwîna zarokên leheng hat nivîsandin. 58 roj bê westandin û bênavber li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ku di 20'ê Çileya 2018'an de li Efrînê dest pê kir, gel li ber xwe da. Li hemberî van êrîşan bi navê “Berxwedana Serdemê” li tevahî cîhanê deng veda. di wê berxwedanê de gel û şervan bûn yek ji bo parastina axa xwe.

Dayikên Efrînê yên di Berxwedana Serdemê de cih girtin gotin ku ew ê bê zarok bijîn lê bê ax nikarin bijîn û destnîşan kirin ku ew bi destên xwe zarokên xwe şandin eniyên şer ji bo axa welatê xwe ji dijmin biparêzin.

Di dîrokê de nehatiye dîtin ku dayik bi destên xwe zarokên xwe oxir bikin, di Berxwedana Serdemê de rojane merasîmên zarokên xwe bi awayê bi heybet li hemberî êrîşên dagirkeriyê li dar xistin û bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê dayikan pakrewanên xwe oxir dikirin.

'Di Berxwedana Serdemê de me berdêlên herî giranbuha dan'

Fewziyê Hiso dayika pakrewan Xabûr Efrîn bal kişand ser şerê ku li Efrînê qewimî û got ku gelek dijwar bû wiha wan rojan vegot: "Beriya ku dewleta tirk a dagirker êrîş bike, li Efrînê jiyana me bi aramî û aştî bû. Efrîn weke tabolyek mozaîkê bû ji ber hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nava xwe de dihewand. Li dijî êrîşên dagirkeran zarokên me berê xwe dan sînor û eniyên şer ji bo parastina ax û rûmeta xwe ji dijmin bikin. Erdoxan û hevalbendên wî bi çekên herî giran li hemberî zarokên me şer kirin. Li Efrînê me 58 rojan bê westandin û bi dayîna berdêlên herî giran li ber xwe da.

‘Gel û şervan ji hev hêzê girtin’

Di Berxwedana Serdemê de gel û şervanan hêz ji hev digirtin. Me wek dayik bi destên xwe zarokên xwe dişandin xetên sînor ji bo ku axa xwe biparêzin. Min bi destên xwe kurê xwe oxir kir, em ne poşmam in ku me bedelên giranbuha dane, ji ber ku axa Efrînê ji xwîna zarokên me buhatir e. Em bê zarok dikarin bijîn lê bê ax û welat nikarin bijîn. Zarokên me li eniyên şer bûn em jî li kolanan bûn û parastina axa xwe dikirin. Di Berxwedana Serdemê de me tirs tu carî nas nedikir. Efrîn rûmeta me ye û em ê helbet rûmeta me ya ku hatiye desteserkirin ji dijmin paşve bigrin. Ger ji me bê xwestin em ê canê xwe jî feda bikin."

'Bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê me pakrewanên xwe oxir dikirin'

Dayika pakrewan Mistefa Fatimê Omar jî diyar kir ku di Berxwedana Serdemê de bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê zarokên xwe oxir dikirin û got: "Kurê min di Berxwedana Serdemê de ji ber parastina axa xwe dikir, şehîd bû. Erdoxan bila sîng bi sîng şer bikira wê nikaribû bostek ji axa Efrînê bigirta lê mixabin balafiran bi awayekî hovane êrîş dikirin. Ruxmî ewqas êrîş û şer me berxwedana xwe domand. Min bi destên xwe kurê xwe oxir kir, ew jî cihê serbilindî û serfiraziyê ye. Di nav top û obîsan de me merasîmên pakrewanên xwe li dar dixistin. Min zarokê xwe ji bo ax û welatê xwe feda kir. Em dayikên Efrînê berdêlên herî giran jî bidin ji bo Efrînê ne poşamam in. Bi xwîna zarokên Efrînê wê Efrîn ji dagirkeran were rizgarkirin."