Dayikên berbi Meydana Galatasary ve meşiyan

Dayikên Şemiyê li rûxmê astegiya polîsan di çalakiya xwe a hefteya 955’an de heta Galatasarayê meşiyan. Polîsên ku destur nedan daxuyanî were dayîn yek jê rojnameger 15 kes binçav kirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan di çalakiya hefteya 955'an de ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin de li qada Galatasarayê berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de parlementerê Partiya Çep a Kesk Celal Firat, Endamê Lijneya Rêveberiya navendî (MYK) ya Partiya Demoqratîk a Gel (HDP) Musa Piroglu, Parlementerê Partiya Karkeran a Tirkiye (TIP) Ahmet Şik û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskin bejdar bûn.

Li rûxmê astengiyan heta qada Galatasarê meşiyan

Li rûxmê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû, ev 15 hefteye dorpêça polîsan berdewam dike. Dayîkên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan dema ku dixwazin berbi qada Galatasarayê ve bimeşin tên astegkirin. Beriya çalakiyê hemû kolanên ber bi Cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan ve bi erebeyên binçavkirinê û polîsan tên dorpêçkirin. Li rûxmê hemû astengiyan Dayîkên Şemiyê û parêzavanên mafên mirovan di destên wan de qurnefîl ber bi meydana Galatasarayê ve meşiyan. 

  Çalakvan hatin dorpêçkirin

Polîsan biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê weke hincet nîşan dan û gotin ku dê destûrê nedin daxuyanî were dayîn.  Welatiyên jî biryara AYM’ê bi bîr xistin û gotin ku divê rê li ber wan neyê girtin. Tevî biryara AYM’ê jî polîsan bersiva “Em li gorî qanûnan tevdigerin.” Dema ku polîsan girse dorpêç kir, endamê komîsyona LGBTÎ+ ya ÎHD’ê Cuneyt Yilmaz dorpêça polîsan derbas kir û ber bi qada Galatasarayê ve baz da. Yilmaz ji hêla polîsan ve hate derbkirin, kelebçekirin û hate binçavkirin.”

Polisan rojnameger Dilan Şimşek bi erdê ve kaş kirin

Di heman demê de polîsan nehiştin rojnameger nûçeyê bişopînin û bi lêdanê rojnameger ji qadê dûr xistin. Polîsan, nûçegihana PÎRHA’yê Dîlan Şîmşek jî hate derbkirin, li erdê hate kaşkirin û binçavkirin.

15 kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan hewl dan di nava dorpêçê de daxuyaniyê bidin. Di vê navberê de ji hêla polîsan ve ji pişt ve hatin kelebçekirin û binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:  “Hanîfe Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kirbayir, BesnaTosun, Alî Tosun, Hasan Karakoç, Gulseren Yolerî, Îsmaîl Yucel, Davut Arslan, Cîhan Kaplan, Cuneyt Yilmaz, Masîde Ocak, Leman Yurtsever, Hatîce Onaran û Dîlan Şîmşek.”