Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê: Em dev ji doza xwe bernadin

Dayikên Aştiyê yên Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekî êrîşa balefirên bê mirov a dewleta Tirk şermezar kirin û wiha gotin: “Roj bi roj em bi hêztir û xurtir dibin. Em tu caran dev ji doza xwe bernadin û em ê hertim têbikoşin.”

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh di saet 17:05’an de saziya Dayikên Aştiyê ji aliyê balefireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve hate bombaran kirin. Di encama êrîşê de 3 jin birîndar bûn û gelek ziyanên madî çêbûn.

Dayikên Aştiyê yên wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar êrîşa dewleta Tirk ku duh pêkanî bi daxuyaniyekî şermezar kirin. Daxuyanî li cihê bûyerê hate dayîn. Beriya ku daxuyanî bê dayîn, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê Dayika Aştiyê Medîna Kara ve hate dayîn.

‘Em tu caran dev ji doza xwe bernadin’

Medîna Kara, êrîşa dewleta Tirk a li dijî saziya Dayikên Aştiyê şermezar kir û wiha axivî: “Mala ku duh ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebaran kirin bi salane saziya Dayikên Aştiyê ya Mexmûrê ye. Em wek gelê Mexmûrê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker koçberbûn û niştecihê li vir bûn.  Lê bi salane em li vir rastî hercurê êrîşên dewleta Tirk tên. Em bang kesên ku dibêjin em parêzvanên mafên mirovanin dikin ku xwedî li erk û berpirsyariya xwe derbikeve. Kêliya ku şandeya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di nava wargehê de digere êrişên me kirin.”

‘PDK’ê bi salane bi hevkariya dewleta Tirk êrîşê me dike’

Medîna Kara, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku PDK’ê ji bo tunekirina gelê Kurd bi dewleta Tirk hevkariyê dike û wiha got: “PDK’ê bi salane bi hevkariya dewleta Tirk êrîşê me dike. Gelê Mexmûrê ji bo berjewendiyên xwe dike hedefên balafirên dewleta Tirk. Em bang li tevahî cihanê dikin ku li dijî êrîş û dagirkeriyê xwedî helwestbin. Em bang tevahî gelê Kurd dikin ku têkoşîna bilindtir bikin û êrîşan têk bibin. Roj bi roj em bi hêztir û xurtir dibin. Em tu caran dev ji doza xwe bernadin û em ê hertim têbikoşin. Em tucaran gav paşve navêjin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.