Dayikên Aştiyê yên ku xwestin 4’ê Nîsanê pîroz bikin hatin binçavkirin

Li Stenbolê dayikên ku rojbûna Rêberê Gelê Abdullah Ocalan pîroz kirin rastî êrîşa polîsan hatin û di encamê de 4 ji wan hatin binçavkirin.

Stenbol- Li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi avêtina gulan a behrê hat pîrozkirin. Dayikên Aştiyê û dayikên ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) hatin ba hev.

Dema ku gulan avêtin nava deryayê rastî êrîşa polîsan hatin

Dayik li ber peravê meşiyan dirûşmên “Bijî Serok Apo” ber zkirin. Jinên ku piştre li ber peravê gul avêtin behrê, dema çalakiya xwe bi dawî kirin rastî êrîşa polîsan hatin. 4  ji wan hatin binçavkirin. 

Polîsan her wiha hewl dan nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Zana Kaya û nûçegihanên JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn û Elfazî Toral ên nûçe dişopandin asteng bikin. Her wiha rojnamevan rastî heqareta polîsan hatin.