Dayîkên Aştiyê: Yekane daxwaza hemû dayîkan aştî ye
Dayîkên Aştiyê yên Wanê, dan zanîn divê ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, dewlet gavên şênber biavêje û gotin: “Tevgera azadiyê ji bo aştiyê gavên girîng avêt. Divê dewlet jî gav biavêje û pêwîst e Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî bên ber
Wan – "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a di 27’ê Sibatê de dest pê kir, gihîşt qonaxek krîtîk. Tevgera Azadiyê, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya girêdayî navçeya Dûkan a Silêmaniyê merasîmek li dar xist û çekên xwe şewitandin û di 26’ê Cotmehê de jî Tevgera Azadiya Kurd daxuyaniyek din da û ragihand ku dest bi vekişîna hêzên xwe ya ji Tirkiyeyê kir. Biryara Tevgera Azadiya Kurd li seranserê cîhanê deng veda û çavê hemû beşên civakê li gavên berbiçav ên dewlet wê bavêje ye.
Dayîkên Aştiyê yên li bajarê Wanê, derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku divê êdî dewlet gavên şênber biavêje.
‘Berî her tiştî divê Rêber Apo û girtiyên siyasî bên berdan’
Dayîka Aştiyê Nûriye Şaka, diyar kir wek dayîk dixwazin aştî çêbibe û wiha axivî: “Em wek dayîk aştiyê dixwazin û dixwazin hemû girtiyên me werin berdan. Divê beriya her tiştî Rêber Apo û girtiyên siyasî bên berdan.”
‘Divê tevahî Kurd bibin yek û bi hev re têbikoşîn’
Dayîka Aştiyê ya binavê Şûkriye Ozer jî da zanîn dixwazin aştî çêbibe, hemû girtiyên siyasî bên berdan û bila êdî tu dayîk negrîn û got: “Tevgera azadiyê ji bo aştiyê gavên girîng avêt. Divê dewlet jî gav biavêje lê heta niha gav neavêtiye. Divê ji bo gerîlayên me şert û merc bên avakirin. Li gorî pêvajoyê divê girtiyên me yên siyasî hatiban berdan, lê ev yek hêj pêknehat. Em ne Kurdên berê ne, êdî kes nikare me bixapîne. Divê tevahî Kurd bibin yek û bi hev re têbikoşîn.”
‘Yekane daxwaza hemû dayîkan aştî ye’
Dayîka Aştiyê ya binavê Ayşe Sîlîk, diyar kir yekane daxwaza hemû dayîkan aştî ye û wiha axivî: “Em hêvîdar in ku ev pêvajoya biserkeve. Di vê pêvajoyê de hemû kes û hemû partî di nava hevkariyê de dixebitin. Êdî hemû kes dizanin ku şer ji bo tu kesî sûd nade, lewma bi pêşengtiya Rêber Apo serî li diyalogê dan. Yekane daxwaza hemû dayîkan, aştî ye. Êdî dayîk naxwazin zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin. Êdî hemû kes dixwazin dawî li qirkirin û talankirin bê anîn û hemû pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin.”
Ayşe Sîlîk, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em wekî gelê Kurd daxwaza ziman, nasname û çanda xwe dikin. Divê zarokên me jî bi zimanê dayîkê perwerdeya xwe bibînin û xwe îfade bikin. Yekane daxwaza me aştî, wekhevî û azadî ye.”
‘Baweriya bi tevgera azadiyê heye’
Muzeyyen Cankoyun jî di destpêka axaftina xwe de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên siyasî kir û got: “Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hemû girtiyên xwe dikin. Gelê Kurd gavên dîrokî avêt, divê êdî dewlet jî gav biavêje. Ger pêvajoya wek heyî bipêş bikeve, wê pêvajoya biserkeve. Baweriya me bi dewletê nîne, baweriya me ji bo tevgera azadiyê heye. Pêwîst e êdî hemû gel bibin yek û ji bo aştiyê têbikoşîn.”