Dayikên Aştiyê û ÎHD'ê piştgirî dan Emîne Şenyaşar

Dayikên Aştiyê û ÎHD'ê piştgirî dan Nobeda Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Edaletê pêk tîne.

Enqere-  Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 59’emîn de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar a ku bi Ferît Şenyaşar re hat Wezareta Dadê careke din edalet xwest.

Polîsan xwest Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên MYK'ê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Emîne Şenyaşar nebînin. Ferît Şenyaşar ji polîsan re got: “Em bi salan e çalakiya xwe didomînin. Nêzî du mehan me çalakiya xwe derbasî vir kir. Em her roj çalakiya xwe li dar dixin û heta edalet pêk bê em ê bidomînin." 

Piştî çalakiya rûniştinê bi ÎHD'ê û Dayikên Aştiyê ku hatin serdanê, malbata Şenyaşar fitara xwe girt û derbasî Meclîsê bûn.