Dayikên Aştiyê tevî astengiyan jî çûn serdana Emîne Şenyaşar

Dayikên Aştiyê xwestin bi boneya Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşarê bikin lê polîsan bi dorpêçê bûn asteng. Dayik li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi Emîne Şenyaşarê re hatin bahev.

Enqere – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 101’an de didome. Meclisa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN), endamên DEM Partiyê û xwendekarên zanîngehê ji ber dorpêça polîsan li ber avahiya zêdek a wezaretê serdan pêk anîn. 

Pişt re Dayikên Aştiyê yên ji Mêrsîn û Edeneyê hatin jî xwestin roja dayikan li Emîne Şenyaşarê pîroz bikin. Lê dayik li kolana wezaretê bi dorpêça polîsan re rû bi rû man. Polîsên ku kolan dorpêç kirin nehiştin ku dayik serdana Şenyaşarê bikin. Dayikên ku demekê li serê kolanê sekinîn pişt re hatin Kolana Buklum a Navenda Giştî ya DEM Partiyê lê û çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. 

Bi qurnefîlan Emîne Şenyaşar pêşwazî kirin 

Dayikan diyarkirin ku heta Emîne Şenyaşarê nebînin dê ji Enqereyê neçin û demekî dirêj çalakiya rûniştinê lidarxistin. Pişt re Emîne Şenyaşar a hate cihê dayik lê Dayikên Aştiyê ew bi qûrnefîlan û dirûşmeyên “heq hiqûq edalet” , “Bijî berxwedana zindanan” pêşwazî kirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk û parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn jî bi dayikan re bûn. 

‘6 sal in bi astengiyan re rû bi rû me’

Emîne Şenyaşar a pişt re li ber Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da, gazin ji dorpêça polîsan û bêhiqûqiya li dijî wê tê kirin kir.  Emîne Şenyaşar, destnîşan kir ku 6 sal in li edaletê digere lê bi astengiyên desthilatê ve rû bi rû dimîne û got: “Kesên vê zilmê li me dikin, hewl didin lawê min ê di hucreyê de ye jî bikujin.” 

‘Dayika Emîne lêgerîna edaletê ya vî welatî ye’

Dayika Aştiyê Refîka Akin a li ser navê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê axivîn, diyar kirin ku Emîne Şenyaşar ne bi tenê ye dê her tim li cem wê bin û got: “Me xwest îro bi boneya Roja Dayikan li cem Emîne Şenyaşarê bin. Lê em hatin astengkirin ji ber lêgerîna me ya edaletê destûrê nadin me. Emîne Şenyaşar lêgerîna edaletê ya vî welatî ye, me hemûyan temsîl dike. Em ê wê li tu deman li tu deran tenê nehêlin.”