Dayikên Aştiyê ji Stenbolê ber bi Rihayê ve ketin rê

Bi armanca piştevaniya Emîne Şenyaşar a 100 roj in bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire ,Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji Stenbolê ber bi Rihayê ve derketin ser rê.

 
Riha - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, ji bo ku piştevaniya Emîne Şenyaşar a 100 roj in bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire, bikin çû Rihayê. 
Ji Dayikên Aştiye Guler Bûgday, Cemîle Çîftçî, Perîhan Akbûlût, Gulşen Dag, Hîkmiye Onel û Bedîha Gozturk,  di nav rojê de wê derbasî ber Edliyeya Rihayê bibin û bi Malbata Şenyaşar re bên gel hev. Wê dayik ji bo demekê bi Emîne Şenyaşar re nobetê bigirin.