Dayikên Aştiyê: Dayika Makbûle ne bi tenê ye

Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê xwest ku Makbûle Ozer a 83 salî were berdan û wiha gotin: “Dayikên nexweş û pîr dibin girtîgehê û îşkenceyê li wan dikin. Em vê qebûl nakin. Bila Makbûle Ozer bê berdan.”

Îzmîr - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî Makbûle Ozer a 82 salî û êrişên li dijî Çapemeniya Azad li Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herema Egeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna gelek kes tev li bûn de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Heq û hiqûq edalet” hatin berzkirin.

‘Bila Makbûle Ozer bê berdan’

Dayika Aştiyê Behiye Yalçin diyar kir ku li welat edalet ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Dayika Makbûle 83 salî ye. Dema birin girtîgehê zehmetî dikişand ku bimeşe. Cihê vê tişta hate kirin ne di qanûnê de ne jî di edaletê de heye. Bi birina van dayikên nexweş û pîr a girtîgehê îşkenceyê li wan dikin. Em vê qebûl nakin. Heke edalet hebe bila ji bo herkesê hebe ne tenê ji çete û dizan re. Li Tirkiyeyê ji bo gelê Kurd edalet nîne. Ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê jî nîne. Hemû cîhanê ji bo Kurdan edalet rakiriye. Zilm, zor, girînê ji kurdan re rewa dibînin.”

Behiye Yalçin a bang li Wezareta Dadê kir ev tişt gotin: “Biryara xwe bi cih bînin, edaletê pêk bînin. Dayikên me yên pîr û nexweş berdin. Bila li malên xwe tedawî bibin. Nexweş in, bila li malên xwe bên dermankirin, ne li girtîgehê. Dayika Makbûle ne bi tenê ye, hemû dayik li em wê ne.”

‘Em li cem Çapemeniya Azad in’

Piştre Dayika Aştiyê Fehîme Poyraz axivî. Fetîme Poyraz, bi lêv kir ku zextan qebûl nakin û bertek nîşanî lêgerîna tazî ya li dijî nûçegihana me Esra Solîn Dal a hate girtin da. Fetîme Poyraz, anî ziman ku li cem Çapemeniya Azad in û dê wan bi tenê nehêlin.

‘Destên xwe yên qirêj ji Çapemeniya Azad bikişînin’

Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt jî bal kişand ser serdegirtina Stêrk TV û Medya Haberê û wiha got: “Medya Haber û Stêrk Tv çavên me ne, dengê gelên bindest in. Destên xwe yên qirêj ji Çapemeniya Azad bikişînin. Hûn çiqas zextê li wan bikin jî encamê nagirin. Çapemeniya Azad dê we me bêagahî nehêle. Destên xwe yên zilmê dikin ji ser me bikişînin, ji zarokên me yên di girtîgehan de bikişînin, ji rojnamevanan bikişînin.”