Dayikên Aştiyê: Berxwedana me ya li dijî tecrîdê wê bidome

Dayikên Aştiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest ji têkoşînê bernedin û diyar kirin ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan riya avakirina aştiyê ye.

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Tevgera Dayikên Aştiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, hat avakirin. Hejmara Dayikên Aştiyê yên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin roj bi roj zêde dibe.

'Bi tecrîda li ser Rêber Ocalan re nahêlin fikrên wî bigihîjin gelan'

Ji Tevgera Dayikên Aştiyê ya Qamişlo Şems Xan Kalo diyar kir ku xebatên wan ên li Rojava bi girtina Abdullah Ocalan re dest pê kirine. Şems Xan Kalo, anî ziman ku ew di bin bandora fikir û felsefeya jiyanê ya Abdullah Ocalan de ne û her dem banga aştiyê dike û dixwaze şer bi dawî bibe û got: “Em weke Dayikên Aştiyê ji dewleta Tirk dixwazin bi awayekî fizîkî Rêber Ocalan û gelê me azad bike û xebat di vî warî de berdewam dikin. Rêber Ocalan ku mifteya çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ye, bi salan e tê tecrîdkirin û nahêlin fikrên wî bigihîjin gelan.”

‘Em ji berxwedan û têkoşînê paşve gav navêjin’

Şems Xan Kalo, diyar kir ku çalakiyên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin û wiha got:

“Çalakiyên me yên li dijî tecrîdê bi çalakiya rûniştinê û grevên birçîbûnê re sînordar nebûn. Her wiha ji bo parastina bajarên xwe yên wekî Şengal, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî yên di bin êrîşên dewleta Tirk de ne, me çalakiyên mertalên zindî pêk anîn. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê em bûn mertalên zindî. Bi vê helwestê me xwest peyama xwe ya ku banga me ya aştiyê jî tê ye bigihîjînin hemû cîhanê. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe zarok, jin û extiyar koçber kirin û qetil kirin. Dewleta Tirk ji bo plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne sûcê mirovahiyê kir. Me di Şoreşa Rojava de kur û keçên xwe dan û em poşman nabin. Em ji berxwedan û têkoşînê paşve gav navêjin.”

'Gel di çarçoveya Sîstema Neteweya Demokratîk de hatin cem hev'

Endama Tevgera Dayikên Aştiyê Fatima Hasan Al-Casim da xuyakirin ku hemû gelên herêmê di çarçoveya Sîstema Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan de hatine cem hev û got: "Em dizanin ku ji bilî biratî û jiyana hevpar a gelên cuda, aştî pêk nayê.” Fatima Al-Casim destnîşan kir ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan riya avakirina aştiyê ye û wiha got:

“Dewletên desthilatdar hewl didin hemû welatan bixin bin kontrola xwe da ku bigihîjin armancên xwe. Lê belê li hemberî van daxwazan Rêber Ocalan weke asteng dibînin. Ji ber vê jî hewl didin rê li ber belavbûna fikrên Rêber Ocalan bigirin. Gel û jin wê fikir û felsefeya Rêber Ocalan a ku banga aştî û demokrasiyê dike wê bipejirînin . Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê ji têkoşîna xwe paşve gav navêjin. Em wek Dayikên Aştiyê ji têkoşîn û berxwedana xwe tawîzê nadin. Em ê xebatên xwe bi pergala Neteweya Demokratîk bidomînin.”