Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişan dan

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê gotin ku ji bo aştiyê divê gavên şênbertir werin avêtin û di gotinê de nemînin, bal kişandin ser êrişên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û gotin: “Divê yên aştiyê dixwazin durû nebin ji dil bin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, piştî 44 mehan bi parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bal kişand ser tecrîda ku berdewam dike û peyama: “Ger şert û merc ava bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoê ji şer û tundiyê ber bi bingeha hiqûqî û siyasî” da. Ji gelek aliyan daxuyaniyên piştgirî ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn. Piştgiriya ewil ji Dayikên Aştiyê hat.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji bo aştiyeke mayînde ya civakî têdikoşin, bal kişandin ser êrişên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û gotin: “Siyasetmedar li vê derê dibêjin aştî lê diçin bombeyan li Rojava dibarînin. Ev tişta dikin ne aştî ye. Divê kesên ku aştiyê dixwazin durû nebin ji dil û semîmî bin.”

‘Divê aştî li ser merc û bingehek saxlemtir were avakirin’

Dayika Aştiyê Meryem Turan diyar kir ku divê aştiya civakî bi awayekî lezgîn pêk were û da zanîn ku daxwazên wan ew in xwîna tê rijandin raweste û aştiyeke bi rûmet were avakirin. Meryem Turan destnîşan kir ku pêvajoyek weke pêvajoya berê ya çareseriyê ne ji aliyê gel ve ne jî ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û wiha got:

“Ev bi salan e daxwaza me aştî ye. Piştî 43 mehan Omer Ocalan bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de peyama açareserî û diyalogê hat dayîn. Em jî weke dayikên aştiyê dixwazin bi gavên şênber bingeha aştiyê were avakirin. Bila weke salên 2014-2015’an gel nexapînin. Pêvajoya çareseriyê wan bi destên xwe tune kir. Piştî wê jî tiştek neman nekirin. Niha jî behsa aştî û çareseriyê dikin. Em destpêkê dixwazin ev rewş tenê di gotinê de nemîne. Em dixwazin bila êdî kes nemire û dawî li van binpêkirinan were û deriyê girtîgehan were vekirin. Ên ku dibêjin aştî divê agirbestê bikin. Dilê me dayikan gelek şewitî. Me gelek bedel da û beriya çend rojan ji ber me daxwaza aştiyê kir, em li Silopiyê hatin derbkirin. Tevî vê jî em dayik hê vê têkoşînê didomînin.”

‘Herî zêde pêwîstiya vê xakê bi aştiyê heye’

Meryem Turan da zanîn ku divê gel jî ji bo avakirina aştiyê têbikoşe û wiha got: “Ne tenê gelê Kurd divê gelê Tirk jî di vê xalê de gav biavêje û behsa çareseriyê bike. Bila di cihê xwe de û aştiyek bi rûmet were avakirin. Gavên şênber û bawerî lazim e. Divê ev gav di gotinê de nemîne. Divê pêvajoyek rast û em jê bawer bikin were pêşxistin. Ev gel û ev civak ji vê krîz û kaosê gelek westiyaye. Bila her kes destê xwe dayne ser wijdanê xwe û aştiyê biqîre. Aştî li ser vê xakê tişta herî pîroz e. Em ne şer, aştiyê dixwazin.”

‘Bila binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe’

Dayika Aştiyê Turkan Duman anî ziman ku yên ku behsa aştiyê dikin divê sûcê şer û binpêkirinên mafan ji hole rakin, Turkan Duman destnîşan kir ku divê tecrîd were rakirin, girtîgeh vala bibin û piştî bidawîbûna bêhiqûqiyê behsa aştiyê bikin û bang kir ku divê der barê pêvajoyê de gavên rast werin avêtin. Turkan Duman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Bahçelî dibêje aştî lê belê ev pêvajo tenê bi wî nabe. Dijminê herî mezin ê Kurdan bi xwe ye, baweriya me bi kesê nemaye, di vê pêvajoyê de mirov divê bi gelê xwe bawer bike. Heta kengê wê şer bi dome, wê ev xwîn heta kengê birije? Em vê naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Heta kengê wê li van kolanan jin û ciwan werin qetilkirin. Em ji Erdogan û Bahçelî bawer nakin lê belê divê li her qadê behsa aştiyê were kirin. Ên ku dibêjin aştî divê destpêkê dawî li van binpêkirinan bînin, ji vê bêhiqûqiyê re bibêjin raweste. Piştî ku agirbest hat îlankirin gavên şênber bavêjin. Ji derveyî wê aştî nabe. Piştî evqas êş daxwaza van mirovan ev e. Em pêvajoyek bi ewle ya pê bawer dixwazin. Heta gavek şênber neyê avêtin, em divê xalê de ji kesê bawer nakin.”

‘Gotin aştî bombe li Rojava barandin’

Turkan Duman bang kir ku divê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibe û wiha got: “Divê destpêkê civak behsa aştiyê bike. Ne Erdogan ne Bahçelî. Divê destpêkê gel baş behsa vê pêvajoyê bike û binirxîne. Siyasetmedar li vê derê dibêje aştî lê diçin bombeyan li Rojava dibarînin. Tişta ku dikin ne aştiye. Divê ên ku aştiyê dixwaze durû nebin. Divê gel ji bo aştiyek bi rûmet têbikoşn. Bila ne dayikên gerîlla ne jî yên leşkeran negirîn. Ev êşa ku di dilê dayikan de ye, tenê aştî dê jê re baş were. Em jî weke dayik daxwaza me ev e.”