Dayîkên Aştiyê banga beşdarbûna greva giştî kirin

Dayîkên Aştiyê piştevaniya xwe ya ji bo çalakiyên greva giştî ya di 16’ê Îlonê de werin lidarxistin kir û banga beşdariya greva giştî li hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Navenda Nûçeyan – Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, rêkxistinên civaka sivîl û parêzerên mafên mirovan bi boneya 2’yemîn salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqî” yên Îranê ve li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatibûn destpêkirin, banga greva giştî ya topyekûn kirin.

Di heman çarçoveyê de Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê piştevaniya biryara çalakiyên sivîl yên ji bo greva giştî ya di 16’ê Îlonê de werin lidarxistin kir û bang li hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku beşdarî grevê bibin.

Dayîkên Aştiyê diyarkirin ku ji bo bîranîna pekrewanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li malê rûnin, kargeh, cihên bazirganiyê û dikanan bigirin û serdana gorên hezkiriyên xwe bikin û wiha gotin: “Duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wek derfetek ji bo yekitiyê bikarbînin ku hezkirî û lehengên vê şoreşê ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe feda kirin. Bîranîna Jîna Emînî û hemû qurbaniyên vê şoreşê wê bi nirx û herdemî be.”