‘Dayîkên Şengalî jî di nav berxwedanê de cih girtin’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Îlyas a der barê 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de axivî, destnîşan kir ku dayîkên Şengalî jî li gel hêzên xwe di nav berxwedanê de bûn.

EVÎN ZENDA
Şengal – Di 13’ ê Mijdara 2015’an de şervanên HPG, YJA-Star, YPG, YPJ û YBŞ, YJŞ bi pêngavekê Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de Şengalê dagir kiribûn, rizgar kir. Di salvegera 7’emîn a rizgarkirina Şengalê de dayê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Îlyas qala wan rojan kir û biryardariya jinên Êzidî ya ji bo avakirina xweseriya Şengalê û parastina wê ji ajansa me re vegot.
‘Hatina gerîla hêvî û hêza me xurt kir’
Niam Îlyas a bi bibîr anîna cangoriyên ku di rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir wiha qala rojên fermanê û hatina HPG û YJA-Starê kir; “Di fermanê me ne dizanî em ê çi bikin. Lê her kes bi qasî hêza xwe li ber xwe da. Yên ku li çiyayayên şengalê man bi hemû zor û zehmetiyan li berxwedan. Çekên giran li gel kesekî nebû. Hatina gerîla hêvî û hêza em xûrtir kir.”
‘Gel ji bo berxwedanê ma’
Niam Îlyas desnîşan kir ku rûxmê nebûna çekên giran û ruxmê ku gelek ciwanan baş nedizanîn çekê bikar bînin jî berxwedanekê bê hempa hat jiyîn û wiha dom kir; “Êzidî tu car serê xwe netewandin. Ev çiya bi hezaran salan ferman her jiyan kiriye, lewma kesên ku di fermanê de li çiya man, ji bo berxwedaniyê man. Li gel gerîlayan û şervanên YPJ, YPG zarokên me hemû li gel wan li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Wê demê YBŞ ava bû. Em jî weke dayîk bi qasî hêza xwe em beşdarî berxwedaniyê bûn. Me xwerin amade dikir, em diçun xetên cebhe moral me dida zarokên xwe. Heta gelek ciwanên Êzidî ne dizanî çek bi kar bînin lê dîsa rakirin ser milê xwe û li berxwe dan ji bo wê em dibêjin Êzidî natirsin.”
‘Bê tirs xwe dan şer’
Niam Îlyas di berdewamiya gotinên xwe de wiha bal kişand ser xiyaneta PDK’ê û artêşa Iraqê; “Ev çiya û bajarê Şengalê her bihustekî ji wê xwîna şehîdan lê heye. Ev şervanên ku berê xwe dan Şengalê û Şengalê parastin, bi erkekî mirovahî rabûn. Ji ber hemû hêzên berê di Şengalê de hebûn reviyan, dewletekî li vir hebû lê tiştekî nekir û reviyan. Hêz hebu lê bi wan te ne ew dil nejî wêrekî hebu ku Şer bikin. Lê gêrîlayan bê tirs berê xwe didan şer.”
‘Seîd Hesen hişt ku gel li Şengalê bimîne’
Niam Îlyas di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand piştgirya gel ya ji gerîla re û wiha bilêv kir: “Piştî gerîla hatî em tev rizgar kirin. Di wê rewşê de em jî komî ser hev kirin minak kes nedixwest ji Şengalê biçe. Dema koridor vekirî gerila ji gel re digot yê dixwaze bila biçe. Lê yên pê çêbe bila li gel me bimînin em ê bi hevre şer bikin. Heval Seîd wê demê ji xizmên xwe re got ez naçim ger hun bimînin em ê jî alîkariya hevalan bikin. Bi vî awahî mirovên me tev man. Me bi hev re berxwedanî kir.”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Îlyas di dawiya gotinên xwe de jî ev peyam dan: “Em salvegera rizgarkirina Şengalê diyarî çavê Serok Apo dikin. Em diyarî şehîdên berxwedana Şengalê dikin. Tevahî civaka xwe re careke din dibêjin divê xwe li tekoşîna zarok û şehîdên xwe xwedî derkevin. Em jî weke dayikên Şengalê di vê salvegerê de dixwazin bidin diyar kirin ku em ê her tim berxwedaniya xwe bikin. Her roj li ser Şengalê êriş heye divê gelê me li hember vê yekê rabe û fermanê ji bîr neke. Divê em li ser wijdan û axa xwe bibin xwedî hêz. Ger îro gelê me birihetî li Şengalê jiyan dike bi saya gerilayên azadiyê ye.”