Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Hasan Ocak pirsîn

Dayikên Şemiyê, di heftaya 991’ê ya çalakiya xwe de li aqûbeta Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de di bin çavan de hat windakirin û 18’ê Gulana 1995’an li goristana bêkesan hat dîtin, pirsîn.

Stenbol- Dayik/Mirovên Şemiyê, bi daxwaza pirsa aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin û ji bo kiryar werin darizandin, di hefteya 991’ê de li Qada Galatasarayê li hev civiyan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de di bin çavan de hat windakirin û 18’ê Gulana 1995’an li goristana bêkesan hate dîtin, pirsîn.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn daxuyaniya vê hefteyê xwend û wiha got: “Yên ku dixwazin şopa heqîqetê binixumînin, bila bizanibin ku em ê pêşî li vê yekê bigrin.”

Eren Keskîn çîroka Hasan Ocak xwend. Birayê mezin ê Hasan Ocak, Alî Ocak jî wiha got: “Çend sal derbas bibin, bila bibin wê îradeya me ya têkoşînê û çalakiyên me yên ji bo hesabpirsînê berdewam bikin.”

‘Çi dibe bila bibe ez dest ji Hasan û zarokên din bernadim’

Xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak jî peyama dayika xwe Emîne Ocak ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû were cihê çalakiyê bi gotinên “Ez pir extiyar im, nikarim werim. Lê çi dibe bila bibe ez dest ji Hasan û zarokên din bernadim” xwend

Piştî axaftinan li Qada Galatasarayê ya di bin dorpêça bariyera polîsan de, ji bo bîranîna Hasan Ocak qurnefîl hatin danîn.