Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê bûn

Dayikên Şemiyê di hefteya 964’an de careke din li Qada Galatasarayê bûn. Dayikên ku hatin dorpêçkirin û parêzvanên gel, bi kelebçeya ji paş ve hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar werin darizandin di hefteya 964'an de li Qada Galatasarayê bûn. 

Di çalakiya vê hefteyê de Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz, Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn, Nûnerê TÎHV Umît Efe, parlamentera Partiya Çepa Kesk Heval Bozdag û parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn.

Dayikên Şemiyê bûn du kom û ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Komek ji serê Kolana Îstîklalê, komek jî cihekî nêzî Qada Galatasarayê dest bi meşê kir. Polîsên ku girseyê xistin dorpêçê hewl dan meşê asteng bikin.

Girseyê bi qerenfîlên di destên xwe de dorpêça polîsan şermezar kirin. Polîsan 15 kes bi kelebçeya ji paş ve binçav kirin. 15 kesên ku Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn, nûnerê TÎHV’ê Umît Efe jî hebûn hatin binçavkirin.