Dayikên Şemiyê serbest hatin berdan

24 kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 968'an de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Stenbol- 24 kesên ku di çalakiya 968’an a ku Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin li Qada Galatasarayê pêk bînin de hatibûn derbkirin û binçavkirin hatin berdan. 

Dayikên Şemiyê/Gelên ku bi rêya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihandina berdana wan gotin:“Qanûna Cezayê ya Tirk îşkenceyê weke sûcê mirovahiyê pênase dike. Yên îşkenceyê li zarokên me dikin divê bên darizandin û cezakirin. Baweriya me bê dawî ye; Rûmeta mirovî dê îşkenceyê bin bixîne” û wêneya birînên li ser laşên wan ên ku ji ber êrîşa polîsan pêk hatin parve kir.