Dayikên Şemiyê rûxmê hemû astengiyan li qadê ne

Rûxmê biryara AYM ê “îhlalê” jî li qada Galatasarayê ya ku hîn jî abluka nehatiye rakirin, dayikên ku xwestin daxuyanî bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û 17 kes hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 943’an de carekî din bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên ku dema binçavkirinê de hatine wendakirin û darizandina kiryaran li qada Galatasarayê bûn.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên ku xwestin li Qada Galatasarayê  a ku ablukaya polîsan berdevam dike tevî biryara "îhlalê" ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî dewam dike, daxuyaniyê bidin vê heftê jî rastî êrîşên polîsan hatin.

Destpêkê abluka piştra binçavkirin

Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl hatin  Qada Galatasarayê, ji aliyê polîsan ve destûr nehat dayîn. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan destpêkê hatin astengkirin û piştre hatin binçavkirin. Polîsan rojnamegerên ku xwestin wêneyan bikişînin jî asteng kirin. 

Hevseroka Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin. Dayika Şemiyê Hanim Tosun a ku di dema binçavkirinê de bertek nîşanî helwesta polîsan a bi gotina "Tişta ku hûn dikin ne hiqûqî ye" da, tevî ku hat diyarkirin pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.