Dayîkên Şemiyê: Qedexeya li Galatasarayê demildest bi dawî bikin

Polîsên ku destur nedan dayîkên Şemiyê daxuyanî bidin, 19 kes xistin binçavan û rojnameger derb kirin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayên wan zelal bibe û kujer bên darizandin û cezakirin, xwestin di hefteya 951’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin bi binçavkirinan encam bû.

Ev 10 hefte ye polîs tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî, çalakiyê asteng dikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Parlamenterên Partiya Çep a Keskan a Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Ozgur Saki, Kezban Konukçu, parlementerê Stenbolê yê Partiya Karan a Tirkiye (TÎP) Ahmed Şik, parlementerê Stembolê ya Partiya Komara Gel (CHP) Turan taşkin Ozer û Alî Gokçe, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ji di nav de gelek parêzvananên mafê mirovan bejdar bûn.  

 19 kes hatin binçavkirin

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku heta Qada Galatasarayê meşiyan, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Rojnamegerên ku xwestin bişopînin hatin derb kirin û ji derveyî dorpêçê hêlan. Di dema ku hevseroka giştî ya Partiya Demoqratîk a Gelan Perwîn Buldan daxuyanî dida dayikên Şemiyê, çalakvan, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de 17 kes kirin binçavan.

Navê kesên ku hatine binçavkirin bi vî awayîne: Hanîfe Yildiz, İkbal Eren Yarici, Masîde Ocak, Hanim Tosûn, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Cîhan Kaplan, Hatîce Onaran, Firat Akdenîz, Nazim Dîkbaş, Îsmaîl Yucel, Hunkar Hudaî Yûrtsever, Arda Yuksel, Meryem Bars.

Bertek nîşanî binçavkirina dan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî pêkanînên binçavkirinan da û got: “28 sal in em mafên xwe yên ji Destûra Bingehîn, qanûn û peymanên ku Tirkiye jî terefê wan e, ji bo eşkerekirina aqûbeta mirovên di binçavan de hatine windakirin û pêkanîna edaletê bi kar tînin. Me ji Qada Galatasarayê ku 699 hefte bi me re veguherî bîranînê daxwazên xwe qîriyan. Piştî ku Tirkiye derbasî Sîstema Serokatiyê bû, 5 sal in hevdîtinên me yên li Galatasarayê bi tundiya polîsan tên astengkirin. Tevî du biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ku qedexekirina Qada Galatasarayê ji bo Dayikên Şemiyê weke binpêkirina mafan dibîne jî astengî berdewam dike. Ev deh hefte her ku em diçin Galatasarayê ji aliyê polîsan ve tên dorpêçkirin, bi awayên nehiqûqî me kelemçe dikin û dikin binçavan. 

‘Dawî li bê hiqûqiyê bînin’

Perwîn Buldan wiha dom kir: “Ev êriş rasterast li ser pêbaweriya Dadgeha Destûra Bingehîn û li dijî mafên mirovan e ku divê Dadgeha Destûra Bingehîn biparêze. Her wiha, israra li ser vê qedexeyê armanc dike ku li ser her kesê ku bixwaze bi awayekî aştiyane li hev bicive û daxwazên xwe bîne ziman, bandorek astengkirinê çêbike.Em di hefteya xwe ya 951’emîn de careke din bi bîr dixin; Pergaleke ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk neyne, nikare baweriyê bi hiqûqê çêbike. 951 hefte ne û dîsa em bang li Serokkomar û Wezîrê Karên Navxweyî dikin ku rêzê li biryar û rewatiya Dadgeha Destûra Bingehîn bigirin, qedexeya Galatasarayê ya ku 5 sal in bi awayekî kêfî tê meşandin, demildest û bê şert û merc bi dawî bikin. Em têdikoşin ku înkar û neheqiya li van xakan diqewimin bidin xuyakirin. Li ser zemîna hiqûqê em li windayên xwe digerin û dixwazin kujer bên cezakirin. Dixwazin hêviyên me yên rewa têk bibin. Bi zorê dixwazin me bêdeng bikin. Lê em bi biryar in ku bêdeng nemînin. Em dest ji windahiyên xwe, lêgerîna edaletê û Galatasarayê bernadin. Em bi hêz û wêrekiyê li ber neheqiyan rabin û li dijî hemû zextan li ber xwe didin.”

Piştî dorpêçê Perwîn Buldan der barê tiştên ku hatî jiyan kirin de xwest daxuyanî bide. Lê belê di dema axaftina Perwîn Buldan de rojnemgerên ku dixwestin bişopîne hatin darb kirin. Piştî astengiya Polîsan şande ji meydanê derketin.