Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayêye: Em dest jê bernadin!

Tevî hemû astengiyên polîsan jî Dayikên Şemiyê/Gel ketin Qada Galatasarayê û peyama "Em dest jê bernadin" dan. Polîsên ku mudaxele kirin gelek kes bi kelepçeyên paşve binçav kirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê/Gelên ku her hefte li Qada Galatasarayê hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên di girtîgehê de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin çalakiya xwe ya 962'yemîn li dar xistin.

Tevî biryara "îhlal" a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî çalakiya Dayikên Şemiyê/Gelên vê hefteyê ku 22 hefte ne li Qada Galatasarayê tê astengkirin, dîsa bi hinceta biryara Qeymeqamiya Beyogluyê "qedexe" ye hat astengkirin.. Polîsên ku bi hinceta biryara "qedexeyê" ya Qeymeqamiya Beyoglûyê destûr neda çalakiyê, vê hefteyê jî beriya bi saetan qad û hemû kolanên kêlekê yên li qadê bi bariyeran girtin.

Dê dest ji tekoşînê bernedin

Tevî ku Dadgeha Destûrî  (AYM) biryara "binpêkirinê" daye jî ev 22 hefte ne ku kombûna Dayikên Şemiyê ya li qadê tê astengkirin. Dayika Şemiyê Hanife Yildiz, Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri, endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê, parêzvanên mafên mirovanhatin gel hevdu. Li vir girseyê xwest ber bi qadê ve bimeşe lê belê polîsan girse dorpêç kirin. Girseyê bertek nîşanî vê bêhiqûqiyê da. Polîsan ji pişt ve destên çalakvanan kelepçe kirin û ew kirin binçavan. Di vê navberê de Dayika Şemiyê Hanife Yildiz a kurê wê Murat Yildiz di binçavan de hatiye windakirin diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernede ya lêgerîna edaletê bernedin. 

Qedexe dê  nikaribe tekoşîn asteng bike

Keça Fehmi Tosun ê di sala 1995'an de hat windakirin, Besna Tosun biryara AYM'ê bi bîra polîsan xist û da zanîn ev mudaxile bêhiqûqî ye. Polîsan jî ji Tosûn re gotin qeymeqamtiya Beyogluyê qedexe kiriye. Tosûn anî ziman ku ev biryara ji bo Dayikên Şemiyê bi awayekî bêhiqûqî hatiye dayin û kelepçekirina mirovan a ji pişt ve jî sûcê mirovahiyê ye. Piştre Tosun û girseyê dan zanîn wê biryara qedexeyê nikaribe têkoşina Dayikên Şemiyê asteng bike. 

Polîsan ew asteng kirin dikandaran jî heqaret li wan kirin

Rojnamevanên çalakî dişopandin ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin. Polîsan rojnamevan ji dorpêçê derxistin û demek dirêj girse di nava dorpêçê de ma. Di vê navberê de hinek dikandarên li derûdorê rojnamevan kirin hedef û heqaret li wan kirin. 

Dîsa kelebçe û binçavkirin

 Polîsan destê çalakvanan ji pişt ve kelebçe kirin û kirin binçavan. Kesên derûdorê yên bertek nîşanî polîsan dan jî ji qadê hatin dûrxistin. Hat zanîn ku 20 kes hatine binçavkirin û nayê zanîn wan birine kîjan qereqolê.