Dayikên Şemiyê li ber xwe didin: Dewlet hewl dide sûcên xwe veşêre

Xizma windayan Besna Tosun, diyar kir ku Dayikên Şemiyê, bi çalakiyên xwe sûcên dijmirovî yên ji aliyê dewletê ve hatine kirin nîşan didin û deşîfre dikin û got: “Armanca dewletê bêguman bêdengkirina me û veşartina sûcan e.”

PELÎN OZKAPTAN

Stenbol - Çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ku ji bo hînbûna aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kiryaran tê lidarxistin; di hefteya 700’an de jî hat qedexekirin. Der barê biryara qedexeyê ya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu ve hatibû girtin de AYM’ê du caran biryara îhlalê da lê ketina Dayikên Şemiyê/mirovan a Qada Galatasarayê ku bûye sembol, her dem ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Li gel bicihneanîna biryarên dadgehê, kesên ku tevli çalakiyê bûn, ji aliyê polîsan ve bi şîdet hatin binçavkirin. Yek ji Dayikên Şemiyê ku têkoşîna xwe bi biryar didomîne Besna Tosûn, ji me re behsa pêvajoya qedexeyan, girîngiya Qada Galatasarayê û behsa polîtîkayên dewletê yên ji salên 1990’an heta niha didomin kir.

‘Armanca dewletê ew e ku sûcên xwe veşêre’

Piştî ku bavê Besna Tosun, Fehmî Tosun di sala 1995’an de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û êdî tu agahî jê negirtin, wê jî di nava refên Dayikên Şemiyê de cihê xwe girt. Besna Tosum li ser wê demê got. “Em Dayikên Şemiyê bi çalakiyên xwe sûcên dewletê eşkere dikin. Armanca dewletê jî bêguman ew e me bêdeng bike û sûcên xwe veşêre.”

‘Dewlet sûcên xwe didomîne’

Besna Tosun diyar kir ku her hikumeta ku hatiye Kurdan hedef girtiye û wiha domand: “Sedema êrîşa wan a li dijî me jî dema ku em ji vê derê dinêrin, fam dikin lewre em dibêjin: Windakirina kesan di bin çavan de sûcê li dijî mirovahiyê ye û ev sûceke domdar e. Loma jî heta ku kes neyê dîtin, kesên wî/ê winda kirine (ango kiryar û berpirsyarên siyasî) neyên darizandin, ev sûc didome. Desthilatdariya AKP’ê jî ji ber ku vî sûcê ji nedîtî ve tê, ser wî digre û bê ceza dihêle, dibe hevparê vî sûcê. Ji ber wê em dibin hedefa her desthilatdariyê lewre em bêdeng namînin, li dijî sûc bi salan e têkoşîna xwe didomînin. Li ba me çawa kevneşopiya têkoşînê heye û didome, bi dewletê re jî kevneşopiya sûc heye û didome.”

‘Em dizanibûn ku Tirkiye dewleteke hiqûqê nîn e’

Besna Tosun diyar kir ku ne tenê li dijî Dayikên Şemiyê li dijî her beşa civakê êrîş hene û mafên wan tên binpêkirin û bi gotinên: “Em ji ber kiryaran dibînin ku Tirkiye dewleta hiqûqê nîn e. Ne cara yekem e ku Tirkiye biryarên DMME, AYM’ê tune dihesibîne” wiha behsa têkoşîna ku bi salan e didomînin kir:

“Em jî piştî qedexeya ku ji bo hefteya 700’an jî hat dayîn di warê hiqûqî de ketin nava hewldanan. 5 sal domiya û di encamê de AYM’ê di serlêdana me ya yekem de biryara îhlalê da û got ku qedexeya ji bo Qada Galatasarayê li dijî hiqûqê ye. Me jî xwe spart vê biryarê, bi civîneke çapemeniyê, bang li rayedaran kir û got ‘Biryarên AYM’ê bi cih bînin û qedexeyê rakin.’ Beriya ku em bikevin Qada Galatasarayê, me daxwaza hevdîtina bi walî, qeymeqam û wezîrê karên hundir re kir lê tu bersiv nedan me. Dûre di 8’ê Nîsanê de me biryar da ku em berê xwe bidin Qada Galatasarayê. Ji ber ku bersiv nedabûn me, em dizanibûn ku hdema ku em biçin, em ê rastî astengiyan werin, em dizanibûn ku Tirkiye dewleta hiqûqê nîn e. Ji niha û pê ve jî bêguman em ê bi îsrar têkoşîna xwe bidomînin. Di hefteya 22’yan de em bi gotinên ‘biryarên AYM’ê bi cih bînin’ derketin qadê lê her hefte em rastî şîdeta polîsan hatin. Em bi helwesta ‘biryara AYM’ê tune ye, em hene’ re rûbirû man. Em bi daxwaza hiqûqê li wê derê ne lê bi feraseta ku xwe di ser hiqûqê de dibîne re rûbirûne û rastî şîdetê tên.”

‘Çend car in di nava qutiyan de hestiyan didin malbatan’

Têkildarî pirsa me ya ji bo kesên winda, cînayetên kiryar nediyar û ji salên 1990’an heta niha çi guheriye de; Besna Tosun bi gotinên; “Tenê rêbaz guherîn, xirabî, şîdet, wekî xwe ye” bersiv da. Li ser mijara hestiyên ku di demên dawî de didin malbatan de jî Besna Tosun bi gotinên; “Ev yek hem bêrêziya li hemberî mirî ye hem jî cezakirina malbatê ye” nirxandinên xwe wiha domand:

“Xizmên me hatin windakirin, bi windakirina wan me ceza kirin. Em li dijî vê yekê têkoşiyan û ji ber wê ewqas bi hêrs in. Xizmên wan kesan ji ber ku li dijî sûcê li ser mirovahiyê bêdeng neman, îtiraz kirin, li dijî her desthilatdariya ku sûc kir têkoşiyan, dewlet ewqas bi hêrs e. Li kesên ku çûn jixwe tiştên herî xirab kir. Pêşî îşkence li wan kirin, piştî ku mirin gule bera bedena wan dan, wan şewitandin û bi awayê komî li cihên nediyar veşartin. Hestiyên wan mirovan piştî ku 20 sal şûnde hatin dîtin, bi testên DNA’yê tesbît kirin, hestiyên wan birin. Yanî zilma li xizmên wan kesan tu carî bi dawî nabe û vê yekê bi awayê sîstematîk dikin. Ne carek an jî du car e bi dehan e car e ku di nava çuwal û qutiyan de hestiyên mirovan didin malbatên wan.”

‘Cihê ku diviyabû bi destan bikolana bi makîneyên kar kolan’

Besna Tosun bi bîr xist ku li hestiyên ji gora komî ya li Pasûrê hatibûn derxistin jî eynî tişt hatibû kirin û ev agahî dan: “Li Pasûrê dema ku gora komî hat dîtin, diviyabû ji aliyê kesên pispor ve bihata kolandin. Cihê ku diviyabû bi destan bihata kolan, gora ku hestiyên mirovan tê de bûn, bi makîneyên kar û kepçeyan kolan. Hestiyên ku jê derxistin li ber çavên xizmên wan, xistin torbeyên çopê û birin. Me xizmên windayan, her dem vê zilmê dît. Em dixwazin bizanibin hestiyên xizmên me li ku ne û li cihê lê ne bigrin bînin lê dema ku min a li Pasûrê dît min got ‘Ez naxwazim bavê xwe wiha bibînim.’ Gelek xizmên windayan jî vê hestê dijîn. Bi rastî jî pir zor e mirov pênaseya vî zilmê bike.”

‘Em bi dewleteke ku hiqûqê nas nake re rûbirû ne’

Besna Tosun bi mînakên; “Li dayikek bifikirin, sibehê hûn kurê xwe radimûsin bêhn dikin, zindî ji malê derdikeve lê 20 sal paşê tûrek didin destên we dibêjin ev kurê te ye. An jî bav, hevjîn û bira...” Wiha didomîne: “Beriya salan wan winda kirin îro jî bi vî awayî zilmê dikin. Dema ku hûn dibînin jî ew êş girantir dibe. Êdî zêdetir profesyonel hereket dikin. Dibe ku niha mirovan di bin çavan de winda nakin lê hê jî di bin çavan de îşkence li wan dikin. Piştî 15’ê Temûzê, di dema OHAL’ê de gelek kes hatin binçavkirin. Mînak; Gokhan Guneş ê ESP’î hat revandin, bi rojan agahî jê negirtin. Di encama helwedanên hevalên wî, Komeleya Mafên Mirovan de ji ber ku ket raya giştî hat dîtin. Dema ku hat dîtin derket holê ku bi rojan rastî îşkenceyên giran hatiye lê heta ku şopên îşkenceyê baş nebûn wî bernedan. Yanî profesyonel bûne. Em bi dewleteke ku hiqûqê nas nake re rûbirû ne.”

‘Hewl didin civakê bêdeng bikin’

Besna Tosun diyar kir bi van polîtîkayan armanca wan ew e ku civakê bitirsînin û wiha got: “Bi windakirin kesan hewl didin civakê bitirsînin û bêdeng bikin. Dixwazin bibêjin ‘ger tu têkoşîna xwe bidomînî dê dawiya te jî wiha be.’ Sûcê windakirina kesan gelek mezin e lewre her kesê mexdûr dike. Malbat, heval, rêheval, cîran... Dibe ku kesek tê windakirin lê bi sedan kes û di heman demê de civak jê zirarê dibîne. Bi wê yekê tirsê li nava civakê belav dikin.”

‘Gelek dayik Galatasarayê weke gora ewladên xwe dibînin’

Besna Tosun bi gotinên “Hewl didin nîşan bidin ku ew naxwazin girîngiya wê qadê bizanibin, wekî ku fam nakin hereket dikin lê baş dizanin ku ew bûye cihê bîrê (hafiza) bal kişand ku ew qad ji bo hinek dayikan tê wateya gora zarokên wan û gotinên xwe wiha domand.

“Qadeke li nava Stenbolê, 5 sal in rojê 24 saet di dorpêça polîsan de ye. Ev tişteke gelek xirab e. Bi wê yekê ew nizanin ku bîra li wê derê çêbûye nîşan didin. Hewl didin wê bîrê tune bikin, em xwedî lê derdikevin. Carna dibêjin ‘çima hûn israr dikin, biçin li cihekî din çêbikin.’ Na em ê li cihekî din çênekin. Ji ber ku gorên zarokên van dayikan tune ne, gelek ji wan vê derê weke gora zarokên xwe dibînin. Sedema çûyîna bi qerenfîlan a vê qadê ev e lewre goreke ku biçin serdana wê tune ye. Ji ber wê dema ku dibêjin ‘dest ji vê qadê berdin,’ dibêjin dest ji mirovên xwe yên winda jî berdin. Em ê tu carî dest ji hezkiriyên xwe jî têkoşîna xwe ya ji bo lêgerîna wan jî û ji vê qada ku bûye mekanê me yê ji bo dîtina wan dest bernedin.”