Dayîkên Şemiyê li aqubeta Cemal Akar pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe cê hefteyê de li faîlên Cemal Akar ku beriya 31 salan di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn.

Stenbol – Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev, çalakiya xwe ya 983’emîn li dar xistin. Di çalakiya parazvanên mafên mirovan piştgirî dayê de malbatên windakiriyan bi qûrnefîl û wêneyên windakiriyan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê faîlên Sekreterê Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) yê Erzînganê Cemal Akar ku di 23’yê sibata 1993’an de li Erzînganê piştî ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin, bi îşkenceyê hate qetilkirin, pirsîn. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn a di çalakiyê de metnê daxuyaniyê xwend û diyarkir ku ji bo faîlên Cemal Akar di sala 1993’yan de hatiye windakirin bipirsin hatine bahev. Eren Keskîn bi bîr xist ku Cemal Akar di heman demê de endamê ÎHD’ê jî bû û çîroka wî vegot.

‘Em ê dest ji pirsîna failên wî bernedin’

Eren Keskîn, di salvegera 31’emîn a windakirina Cemak Akar de careke din bang li meqamên edlî û siyasî kir ku ji bo di dosyaya Cemal Akar de edalet pêk were peywîra xwe bi cih bînin û got: “Çiqasî di ser re derbas bibe jî em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo Cemal Akar û ji bo hemû windakiriyên xwe bernedin û emê dest ji bibîrxistinê bernedin ku dewlet neçare di li gora pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”