Dayikên Şemiyê li aqubeta Îhsan Haran pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 977’an de, li aqubeta Îhsan Haran ê ku beriya 29 salan piştî hat binçavkirin hatibû windakirin pirsîn.
Stenbol- Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 977’an de ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di girtîgehê de hatin windakirin û qetilkirin, her hefte li Qada Galtasarayê tên ba hev. Dayikên Şemiyê qornefîl û wêneyên mirovên xwe yên winda hilgirtin. Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî û endamên komîsyona girtîgehan a (ÎHD) û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn.
Di çalakiyê de li aqubeta Îhsan Haran ê ku li Amedê 24’ê Kanûna 1994’an di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Besan Tosun ve hat xwendin. Besna Tosun got: “Em di hefteya 977’an de li hemberî bariyera polîsan a li Qada Galatasarayê ku bi me re bûye yek in. Duh AYM’ê di 1’ê Gulanê de qedexeya qada Taksîmê weke binpêkirin bi nav kir û hilbijartina qadan weka kategorî astengkirina di aliyê mafê destûra bingehîn de nayê qebûlkirin. Em bang dikin ku biryarên bi vê boneyê, biryara AYM’ê ku ‘Qada Galatasarayê’ ji bo me vekirin û biryara Qada Taksîmê bêyî sînoran daynin pêk bînin!”
‘Îhsan Haran li ku ye?’
Di daxuyaniyê de li aqubeta Îhsan Haran ê ku 25 salî bû, bavê 3 zarokan bû hat windakirin pirsîn û wiha hat gotin:
“Malbata Haran li Amedê dijiya. Îhsan Haran di 24’ê Kanûna 1994’an de, çû qada înşaeta sûka bin erdê a Amedê ku lê nû dest bi kar kiribû. Lê belê bi şev venegeriya malê. Ji ber ku dem bi dem zêde dixebitî û gelek caran nedivegeriya malê. Ji berê wê jî malbatê ev rewş asayî dît. Di dîroka 27’ê Kanûna 1994’an de, gundiyê bi navê F.H çû mala malbata Haran, got di sibeha 24’ê Kanûna 1993’an de polîsên bi unîforma hatine qada înşaetê kontrola nasnameyan kiriye û piştre Îhsan kirine binçavan û birine. Nasîba Haran ku wê kêliyê nizanibû hevjînê wê hatiye binçavkirin, ji bo bizanibe li ku derê tê girtin, hewl da daxwaznameyê bide Dozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê lê belê malbata ku nêzî mehekê hewl da, ji ber ji aliyê polîsên ber deriyê dadgehê dihatin astengkirin, ev yek bi ser nexistin. Serlêdanên ku li walîtî û muduriyeta emniyetê dihatin kirin, bêencam diman.”
‘Serlêdan bêencam man’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serlêdanên malbatê bêencam mane û wiha hat gotin: “Malbatê di sala 1995’an de bi riya parêzerên şaxa Amedê ya ÎHD’ê, serî li AÎHM’ê dan. Li ser vê yekê AÎHM’ê ji hikumetê agahî xwest, di 26’ê Sibata 1996’an de, dozgeriya Komarê ya Amedê der barê îdiayên malbata Haran de lêpirsîn dest pê kir. Di 21’ê Çileya 1998’an de dozgerê Komara Amedê, bi hinceta ku Îhsan Haran di nezareta polîsan de hatiye windakirin belgeyek ku vê aşkere bike nîn e, biryar dan ku pêwîstî bi lêpirsînek jortir nîn e. Di nêvenga zextên zêde de şahidan nexwestin îfade bidin AÎHM. Dadgehê biryarê da ku ji ber der barê windakirina Îhsan Haran de lêgerîna pêwîst nehatiye kirin, Tirkiyeyê bi benda 2’em a AÎHD binpê kiriye.”
‘Em dest ji daxwaza edaletê bernadin’
Endamê JÎTEM’ê Abdulkadir Aygan di îfşayên ku di Çileya 2009’a de di çapemeniyê de hat weşandin, de hûrguliyên ku Îhsan Haran piştî li JÎTEM’a Amedê hat lêpirsînkirin, bi fermana fermandarên koma JÎTEM’ê Abdulkerîm Kircî hatiye înfazkirin cih girtibû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî vê jî pêşketinek çênebûye û wiha got: “Di sala 29’an a windakirinê de em carek din bi civakê re parve dikin ku inkar û bêcezatiya di doza Îhsan Haran de bi dawî bibe. Bila çend sal derbas bibe bila bibe; ji bo Îhsan Haran û ji bo hemû windayên me, em ê aqûbeta windayên xwe bipirsin û têkoşîna xwe bidomînin. Em dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin.”
Daxuyaniya Dayikên Şemiyê piştî ku qurnefîlên di destên xwe de danîn qadê bi dawî bû.