Dayikên Şemiyê ji bo windahiyên mexdûrên erdhejê banga lezgîn kirin

Dayikên Şemiyê ku balkişandin piştî erdhejên navenda wan Mereşê bi hezaran kes winda bûne û di gorên komî de hatine veşartin, banga avakirina pergala "Bi nasnamekirina Qurbaniyên Karasetê” kirin.

Stenbol- Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo dîtina kesên di bin çavan de hatine windakirin û hesabpirsîna ji kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 936’an jî balkişandin li ser windahiyên erdhejê. Seroka Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dijîtal de axivî, anî ziman ku karasetên xwezayî yên li Tirkiyeyê pêktên dibin sedema mirinên girseyî. Gulseren Yolerî ya vê rewşê bi negirtina tedbîran ve girê da, diyar kir ku piştî erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, tespîtkirina nasname û ragihandinê bi awayekî bandor nehatine kirin.

'Êşeke tehemûl kirina vê pir zor e’

Gulseren Yolerî bal kişand ser kesên piştî erdhejê winda bûne an jî nehatine dîtin jî û wiha got: “Piştî mirina mirovan teslîmkirina cenazeyan ya ji bo xizmên wan mafek mirovan e. Nirxa herî qedîm a mirovî ye ku xizmên miriyan li gor nirxên xwe yên olî, çandî û civakî cenazeyên xwe veşêrin û xatirê xwe ji hezkiriyên xwe bixwazin. Heta kesên winda neyên binasname kirin, wek bi fermî mirî nayên hesibandin. Rewşa wan ya hem 'heyî' û hem jî 'neyî' dibe sedema êşeke ji mirinê kûrtir û bêtehemûltir. Em weke kesên ku ji bo xwe bigihînin gora hezkiriyên xwe têdikoşin, em naxwazin hejmara kesên têkoşîna lêgerîna gor dikin zêde bibin.”

'Divê demil dest binasname kirin bê kirin’

Gulseren Yolerî, balkişand ku piştî erdhejê bi hezaran kes bi awayekî ne li gorî kevneşopiyên definkirine û ne diyar hatin defin kirin, bang kir ku divê binasnamekirina van demil dest kesan bê kirin. Gulseren Yolerî her wiha ji rayedaran xwest ku têkildarî definkirina komî ya kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane de jî daxuyanyek bidin.

'Lêborînê bixwazin, îstifa bikin'

Gulseren Yolerî ev bang kir: “Aqûbeta kesên ku piraniya wan zarok ji erdhejê hatin rizgar kirin, agahî ji wan nehat girtin diyar bikin. Li Tirkiyeyê her çiqas pispor û derfet hene jî pêkhateyek lêkolînên xebata 'Binasnamekirina qurbanên karesatê' nîne. Pêkhatina vê pergalê bidin jiyîn. Weke rêvebir bi hemû sazî û rêxistinên xwe yên pêwendîdar re berpirsyariya xwe ya erdhej û karesata piştî wê hat jiyîn bi cih bînin, lêborîna xwe bixwazin û îstifa bikin.”