Dayikên Şemiyê ji bo Huseyîn Morsumbul edalet xwestin
Dayikên Şemiyê di hefteya 1017’emîn a çalakiya xwe de careke din li Qada Galatasarayê bûn û ji bo Huseyîn Morsumbul edalet xwestin.
Stenbol- Dayikên Şemiyê di hefteya 1017’emîn de li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn û gotin: " Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Huseyîn Morsumbul, ji bo hemû windahiyên xwe lêgerîna edaletê bidomînin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin di hefteya 1017'emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalakvan wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û qurnefîl girtin destê xwe û li aqûbeta Huseyîn Morsumbul a ku di binçavan de hatî windakirin pirsîn. Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak metna daxuyaniyê xwend.
Masîde Ocak diyar kir ku Huseyîn Morsumbul a ku 44 sal beriya niha hat windakirin li ku ye? Masîde wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî çanda ferzkirî ya jibîrkirin û bêdengiyê divê neheqiyan bi bîr bînin. Em dosyaya Huseyîn Morsumbul careke din bi raya giştî re parve dikin. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlonê, êvara 18'ê Îlona 1980'î, li Çewlikê ji aliyê leşker û polîsên di bin fermandariya Durmuş Kivrak de bi ser mala malbata Huseyîn de hat girtin. Kurê wan Huseyîn ê xwendekarê Lîseya Çewlikê ye hat binçavkirin û birin Fermandariya Alaya Çewlikê. Roja din dema Huseyîn venegeriya malê dayika Fatma Huseyîn Morsumbul çû Fermandariya Alayê. Ji wî re gotin 'Kurê te li vir e, lê tu wî nabînî.' Li ser vê yekê Fatma Morsumbul xwarina ku bi xwe re anîbû ji bo ku bidin Huseyîn radestî rayedaran kir. Roja din malbatê dîsa xwarin ji Huseyîn re bir. Lê vê carê bersiva 'Li cem me nîne' hat dayîn. Dema malbatê lêgerîna xwe berdewam kir, hat gotin ku Huseyîn ji alaya ku bi tedbîrên bilind ên ewlehiyê dihat parastin reviyaye. Ji Huseyîn xeber nehat. Malbatên ku li kurê xwe digerin dîsa ji aliyê leşker û polîsan ve bi ser malan de girtin. Vê carê jî bav Hanefi Morsumbul hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin."
‘Huseyîn Morsumbul ji aliyê efser ve bi lêdanê hatiye kuştin’
Masîdê Ocak diyar kir ku piştî 4 sal şûnde, leşkerekî poşman bû û got, "Kurê we di bin îşkenceyê de hat qetilkirin, bi betaniyê ji alayê derxistin û avêtin Çemê Mûratê. Fatma di sala 1995’an de Dayikên Şemiyê di televîzyonê de dît. Wêneyê Huseyîn girt destê xwe û hat Qada Galatasarayê. Heta jiyana xwe ji dest da jî li qada Galatasarayê bi Dayikên Şemiyê re bû. Malbatê bi rêya parêzerên Komeleya Mafên Mirovan hewldanên nû kirin. Di encama van pêngavan de Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê di sala 2011’an de lêpirsînek nû da destpêkirin. Nav, navnîşan û agahiyên têkiliyê yên 9 personelên ku dema Huseyîn Morsumbul di binçavan de winda bû di alayê de wezîfedar bûn gihiştin dozgeriyê. Di çarçoveya lêpirsînê de Fermandarê Cendirmeyan a Navendî ya Çewlikê Durmuş Coşkun Kivrak di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de diyar kir ku roja bûyerê di betlaneyê de bû û dema ji betlaneyê vegeriya li ser maseya xwe nameyeke bê nav dîtiye. Di vê nameyê de hatibû nivîsandin ku Huseyîn Morsumbul di girtîgehê de ji aliyê efser ve bi lêdanê hatiye kuştin, piştre jî ji aliyê Fermandarê Alayê Beşîr Akin û efser ve bi wesayîtê hatiye birin."
‘Em ê ji bo hemû windahiyên xwe lêgerîna edaletê bidomînin’
Maside Ocak da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê li şûna ku lêpirsînê kûr bike, bi hinceta ku ji ber demeke dirêj di ser bûyerê re derbas bûye delîlên têr nehatine bidestxistin, biryar da ku pêwîstî bi dozê nîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di 20'ê Mijdara 2015'an de îtîraza parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a li Dadgeha Cezaya Sulhê ya Çewlikê di 11'ê Mijdara 2016'an de hat redkirin. Em di hefteya xwe ya 1017’an de careke din ji bo Huseyîn Morsumbul edaletê dixwazin. Heta ku çarenûsa Huseyîn di tariyê de bimîne, di vê rewşê de qanûn nayê sepandin. Wezîfeya meqamên edlî ya ji bo eşkerekirina heqîqeta madî û temînkirina edaletê ya di dosyaya Huseyîn Morsumbul de dewam dike. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Huseyîn Morsumbul, ji bo hemû windahiyên xwe lêgerîna edaletê bidomînin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
Piştî daxuyaniyê qurnefîl li qada dorpêçkirî hatin hiştin.