Dayîkên Şemiyê hatin berdan

Dayikên Şemiyê ji bo çalakiya xwe ku xwestin biçin qada Galatasarayê, 24 kesên ku hatin binçavkirin di heman rojê de hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Dayikên/Mirovên Şemiyê dûh çalakiya xwe ya 956’an li darxistin. Rûxmê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû, ev 16 hefteye dorpêça polîsan berdewam dike.

Di çalakiya vê heftiyê de ku serokên Baroyê piştgirî dayîn çalakiyê girseyê di destê wan de qurnefil xwestin ji ber deriye baroya Stenbolê ber bi qada Galatasarayê ve bimeşim, polîsan biryara qeymiqamtiya Beyoglu ya ‘qedexe’ weke hêcet nîşan da destur neda çalakiyê. Hevseroka giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de 24 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 24 kesên ku hatin binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê hatin berdan.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev parvekiri kir: “Em ê dest ji Galatasarayê bernedin."