Dayikên Şemiyê hatin berdan
Dayikên Şemiyê ku di hefteya 942’emîn a çalakiya xwe de gava ji bo daxuyaniya çapemeniyê çûn Qada Galatasarayê, li vir hatibûn binçavkirin. Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan.
Stenbol – Dayikên Şemiyê di hefteya 942'yemîn a çalakiya xwe de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û darizandina kujeran xwestin, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a “îhlal” jî li Qada Galatasarayê ku dorpêça polîsan lê berdewam dike daxuyaniyê bidin. Dema Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, destûr nehat dayîn ku daxuyanî bidin. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî û Mudurê Çapemeniya Îş’ê Faruk Eren ê girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî di nav de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin. Dayikên Şemiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan.
‘Em ê dest jê bernedin’
Li ser hesabê medyaya sanal ê Dayikên Şemiyê wiha hat gotin: "Em ê dest ji lêgerîna ji bo windayên xwe û dest ji Galatasarayê bernedin ku warê hevdîtina me û windayên me ye."