Dayikên Şemiyê: Em hemû dozgeran vedixwînin peyîwirê

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê ya ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin de aqubeta Omer Sogut ê 26 salin windaye pirsîn. Dayikan têkildarî îtîrafên Sedat Peker, bang li hemû dozgeran kirin ku hemû kujeran bibînin û ceza bikin.

 
Navenda Nûçeyan - Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, bi boneya aqûbeta kesên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîl bên cezakirin, çalakiya heftane ya şemiyê di hefteya 844’an de berdewam kirin. Dayikan, vê hefteyê jî, ji ber şewbê û qedexeya derve daxuyanî li ser înternetê dan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Omer Sogut ê di 20'ê Gulana 1995'an de li Gundê Derxustê yê Navçeya Liceyê hatibû revandin û windakirin pirsîn. Hevjîna Omer Sogut Meyase Sogut, daxuyanî da û wiha got: "Bi salan e em têkoşîna edaletê dikin. Em tu carî dest ji Têkoşîna edaletê bernadin. Heta wihda bên dîtin û kujer bêne darizandin û cezakirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
Keça Omer Sogut Ayşegul Sogut jî anî ziman ku piştî bavê wê hat binçavkirin û windakirin polîs û eskeran her tim zext li wan kir û wiha got: "Her tim xwestin me bitirsînin û em dest ji vê têkoşînê berdin. Herî dawî em ji gundên me dan koçkirin û em hatin Amedê. Lê dîsa me têkoşîna edalet û hiqûqê dewam kir. Gelek malbatên din jî têkoşîna heq û hiqûqê dan. Heta kujer bên dîtin û darizandin têkoşîna me ya edaletê dê bidome." 
“Windakirina mirovan ne sucên takekesî ne”
Vê hefteyê li ser navê Dayikên Şemiyê Mirova Şemiyê Ozgen Sadet, daxuyanî xwend. Ozgen, anî ziman ku êdî baweriya wan bi vê edalet û hiqûqê nemaye û wiha got: "Rêbazên ku civakê ji edaletê pêş dixin zêde bûne. Li ser vê axê mirovên hatin revandin û windakirin ne sûcên tekakesî ne. Xizmên me ji aliyê hêzên dewletê ve hatin windakirin. Ev rastî di rapor û belgeyên dewletê yên fermî de jî hene. Di îtîrafên hatin kirin de jî derket holê. Lê dîsa ser sûc girtin û kujer bê ceza hiştin." 
Ozgen Sadet, da zanîn ku îro dîsa kesên îtîrafkar rastiyan tînin ziman û wiha lê zêde kir: "Wekî kesên din, niha kesên dewletê bi rêve dibin jî serê xwe xistine bin baskê xwe. Dîsa daraz bê deng e. Hêzên îqtîdarê bi daxuyaniyên xwe nişan didin ku dê sûcdaran biparêzin. Em wekî Dayikên Şemiyê û Parazvanên Mafên Mirovan, em dixwazin dewlet dawî li van sûcan bînin. Em dixwazin daxuyaniyên Serokê Rêxistina Sûc û Organize Sedat Peker wekî îtîraf qebûl bikin û dozger têkevin nava liv û hevgerê." 
“Ji 20’ê Gulana 1995’an ve agahî ji Omer Sogut nehatiye girtin”
Ozgen Sadet, piştre çîroka Omer Sogut ê 47 salî ku bavê 8 zarokan bû xwend. Ozgen Sadet, anî ziman ku Omer Sogut li Gundê Derxustê yê Navçeya Lîceya Amedê bû û wiha got: "Piştî hêzên dewletê gundê wan şewitand, neçar man ku koç bikin. Herî dawî di 20'ê Gulana 1995'an de dema Omer çû nava rez eskeran ew binçav kirin û carek din agahî jê nehat girtin. Dema hevjîna wî Meyase Sogut çû nava rez alavên li pey wî mabûn dît. Piştre fêr bû ku wê demê li wir bi tevlêbûna hezaran eskeran operasyon hatiye li dar xistin. Piştî bûyerê dema Meyase çû Navenda Cendirmeyan û pirsa hevjînê xwe kir, Sûbayê bi navê Şahabettin On neheqî li wê kir û li wê xist. Dîsa dema serî li dozgeriyê da jî piştî cara çaran daxwazname qebul kir.” 
Ozgen Sadet, da sanin ku heta niha serlêdanên wan bi encam nebûne, lê dê heta dawî têkoşîn û berxwedana xwe berhdewam bikin. Ozgen Sadet, bibîr xist ku 145 hefte ye qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin, lê dê ji bo Qada Galatasarayê jî têkoşîna xwe berdewam bikin.