Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin
Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji ber hilbijartinên sibe ew ê vê hefteyê çalakiyên xwe yên înternetê li dar bixin û dengê xwe bidin demokrasiyê û encam çi dibe bila bibe dê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.
Navenda Nûçeyan- Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirse û xwest kujer bên darizandin, çalakiya xwe ya heftane ya 946’an li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiyê de sernavên hilbijartinê û hêviyên ji desthilatdariyê yên di serdema nû de wekî Dayikên Şemiyê/mirovên hatin vegotin. Ayşe Tepe Dogan Lijneya Rêveberiyê û di eynê wextê Endama Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê xwişka nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê ku di 28'ê Tîrmeha 1993'an de dema ji mala xwe derdiket ji aliyê kesên bi cil û bergên sivîl û laserkî ve hat revandin û qetilkirin daxuyanî da.
Dogan, diyar kir ku biryar girtine çalakiya xwe ya 5 hefte ne di bin dorpêça polîsan de û tevî binçavkirinan li Qada Galatasarayê didomînin ji ber beriya hilbijartinê ye û bikaranîna dengan nexin bin rîskê online li dar bixin.
'Dengê me ji bo mafên mirovan û demokrasiyê ye'
Dogan, diyar kir ku weke Dayik/Mirovên Şemiyê dê di hilbijartinên sibê de wê dengê xwe ji maf û azadiya mirovan, edalet û demokrasiyê re bidin û daxwazên xwe yên ji desthilata nû bê re wiha rêz kirin:
“*Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Mirovên ji Windakirinên Bi Zorê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, îmze bikin, bipejirînin û bi cih bînin.
* Astengiyên li pêşiya azadiya kombûnê ku yek ji nirxên bingehîn ên civaka demokratîk e, bila bê rakirin. Qedexeyên li ser cihên weke Galatasaray û Qada Taksîmê bi bên bidawîkirin.
* Ji bo sererast kirin, nehiştin û cezakirina kiryara windabûna di binê çavan de weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê sererastkirin, sererastkirin û cezakirin.”
Dogan, destnîşan kir ku encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin wê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê ku heta niha bi rê ve dibin bernadin.