Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna heqîqetê bernedin

Dayikên Şemiyê di hefteya 1012’emîn de li Qada Galatasarayê, li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn û gotin: "Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Abdurrahîm Demîr, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin.”

Stenbol – Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan werin darizandin, di hefteya 1012’emîn de li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku di destê wan de qerenfîlên sor hebûn, wêneyên windayan hilgirtin û vê hefteyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê di 17'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hat windakirin, pirsîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de xwişka Ferhat Tepe, Ayşe Tepe axivî. 

Ayşe Tepe diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya lêgerîna edaletê ya sûcên dewletê yên li Tirkiyeyê înkarkirina heqîqetê ye û wiha got: "Tevî şahid, belge û delîlan jî, serlêdanên me yên der barê kesên me yên winda de ku cenazeyên wan li kêleka rê, goristanên bêkekan an jî bîrên asîdê hatin dîtin, an qet nehatin dîtin, di belgeyên fermî yên dewletê de weke 'îdiayên razber' hatin qeydkirin. Di encama bêcezabûna vê polîtîkaya înkarê de, kesên ku di girtîgehê de fermana windayan dane, yên ku sûc kirine û rayedarên ku çavên xwe ji sûc girtine nehatine darizandin. Berovajî, ew hatin parastin. Pêvajoyên darazê yên ku dê aqûbeta windayan eşkere bikin û berpirsyaran cezabikin nehatin meşandin û rê li ber derketina heqîqetê hat girtin."

'Em dibin dengê wendayan’

Ayşe Tepe destnîşan kir 29 sal in binçavkirina Abdurrahîm Demîr tê înkar kirin û wiha bi lêv kir: "Em îro ji bo pêkanîna edaletê û aşkerakirina li aqûbeta Abdurrahîm kom bûn. Dayik û birayê Abdurrahîm, Kesriye Demîr û Mehmet Demîr beyî ku agahî ji Abdurrahîm bigiri jiyana xwe ji dest dan. Em niha dibin dengê wan. Abdurrahîn di 17'ê tebaxa 1995'an de ji Mehserta Mêrdînê ji bo biçe Edenê li otobusê siwar bû. Piştî rêwîtiya bi qasî saetekê otobus li qereqola Şavalet a Qosera Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Leşkerên ku nasnameya wî kontrol kirin Abdurrahîm ji otobusê daxistin û ew binçav kirin. Kesên ku bûn şahidê bûyerê ji Malbata Demîr re gotin ku Abdurrahîm hatiye binçavkirin û ew birine Qereqola Cendirmeyan a Şavaletê. Dayika wî Kesriye Demîr a ku çû midûriyeta polîsan bersiva 'Me kesekî wiha negirtiye' dan. Hemû hewldan bi ser neketin. Em bang li rayedarên darazê dikin; di doza Abdurrahîm Demîr de dawî li bêcezabûna 29 salan bînin û lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Abdurrahîm Demîr, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere." 

Paşê xwişka Hayrettîn Eren ê ku di binçavan de hatibû windakirin Îkbal Eren axivî û diyar kir ku wê têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê wê her berdewam bike û xwest aqûbeta windayan bê eşkerekirin. 

Herî dawî jî ji bo bîranîna kesên di binçavan de hatin windakirin qerenfîl danîn Qada Galatasarayê ya ku dorpêçkirî ye.