Dayikên Şemiyê: Divê demborî pêk neyê

Dayikên Şemiyê di hefteya 1018'an de aqûbeta Abdûlmecît Baskin pirsîn û gotin: “Divê meqamên edlî bêyî ku bandorên siyasî li ber çavan bigirin, erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyaya Abdulmecit Baskin de pêk bînin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û kujer bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev. Vê hefteyê çalakiya xwe ya hefteya 1018'an li dar xistin. Di çalakiyê de qurnefîlên sor û pankartên wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdûlmecît Baskin ê di bin çavan de hat windakirin pirsîn . Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hat windakirin Besna Tosun ve hate xwendin.

 Lêpirsînek baş nehat kirin

Besna Tosun, diyar kir ku Abdûlmecît Baskin di 30'ê Îlona 1993'an de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatiye binçavkirin, lê belê piştî înkarkirina ku hatiye binçavkirin, di 3'ê Cotmeha 1993'an de cenazeyê wî hatiye dîtin û got ku lêpirsîna li ser serlêdana malbatê hatiye destpêkirin bi bandor pêk nehatiye û wiha got: “Piştî bûyerê 18 salan di 26’ê Adara 2011’an de polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de diyar kir ku di sala 1993’an de bi fermana Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahîn, Abdûlmecît Baskin hatine binçavkirin. Bi berfirehî diyar kir ku ji aliyê polîs Ziya Bandırmalioglu û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Di qeydên dozgerî û dadgehê de hatiye tomarkirin ku îfadeyên Çarkin ên li dozgerî û dadgehê tam bi danasîna cihê bûyerê re li hev dikin.

Bersûcan beraat kirin

Di dadgehê de rayedarên payebilind ên cemaweriyê daxuyaniyên berfireh dan û diyar kirin ku kuştinên mijara gotinê bi agahiya dewletê pêk hatine. Her wiha ji aliyê kê ve, bi çi talîmatan û çawa sûc hatine kirin, di qeydên dadgehê de hatine tomarkirin. Lê belê doza ku di raya giştî de weke Doza JÎTEM a Enqereyê tê binavkirin, di 13'ê Kanûna 2019'an de bi beraeta hemû bersûcan bi dawî bû. Malbatan îtîraza biryara dadgeha herêmî kirin. Di 5'ê Nîsana 2021'an de 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê biryara beraetê betal kir û dosya ji 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re şand. Di danişîna dawî ya doza ji nû ve hat dîtin de ku di 26'ê Gulana 2023'an de hat dîtin, tevî biryara betalkirina dadgehê bersûc dîsa beraat kirin. Dadgehê biryara bi hincet di 14'ê Îlona 2023'an de nivîsand, bi rastî li bendê bû ku dema dosyayê bi dawî bibe. Doza ku di pêvajoya darizandina 10 salan de 41 dadger û 8 dozger guherîbûn, bi ketina ber demboriyê bi dawî bû.”

 'Divê demborî pêk neyê'

 Besna Tosun di dawitê de ev tişt got: “Di dozên têkildarî sûcê windakirina di girtîgehê de ku dewlet tê de cih digire de divê demboriya dozê neyê sepandin. Divê meqamên edlî bêyî bandorên siyasî erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyaya Abdulmecit Baskin de pêk bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdûlmecît Baskin û hemû windahiyên xwe bernedin û em ê hercar bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."

 Çalakiya Dayîkên Şemiyê bi danîna qurnefîlan a li qada di bin dorpêçê de bi dawî bû.