Dayîkên Şemiyê di hefteya 976’an de li Qada Galatasarayê bûn

Dayikên Şemiyê di hefteya 976’an a çalakiya xwe de aqûbeta Agît Akîpa û Îbrahîm Demîr ên beriya 31 salan hatin windakirin pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê û Parazvanên Mafên Mirovan ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di girtîgehê de hatin windakirin û qetilkirin, her hefte li Qada Galtasarayê tên ba hev. Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 976’an a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Di destê malbatên windakiriyan ên wêneyên xizmên xwe hilgirtin de qûrnefîlan cih girtin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û parazvanên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn. Lê ji ber sînorê hejmara kesên beşdarî çalakiyê dibin, Fîncanci û kesên din li derveyî qadê sekinîn.

Aqubeta Îbrahîm Demîr û Agit Akipa heta pirsîn

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa beriay 31 salan hatin binçavkirin û heta niha tu agahî jê nehatî girtin pirsin. Daxuyanî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî xwend û diyarkir ku Agit Akipa ên ku muxtarê gund bû û Îbrahîm Demir di 12’ê Kanûna sala 1991’an de di dema ku di vegeriyan malên xwe erebeyên wan hatine rawestandin û hatine binçavkirin û heta niha tu agahî jê nehatine girtin û hemû hewldan bê encam mane. ”

Piştî Yolerî keça Îbrahîm Demîr, Denîz Demîr û kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa axivî. Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa, diyarkirin ku ev 31 sale ji bo faîl bên darizandin têdikoşin û dê tu car dest ji vê têkoşînê bernedin.