Dayikên Şemiyê di hefteya 973’an de çalakiya xwe lidarxistin

Dayikên Şemiyê di hefteya 973'an de li Qada Galatasarayê aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn.

Stenbol-Dayikên Şemiyê her hefte bi daxwaza aqubeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bên dîtin û faîl bên darizandin, li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 973'yemîn de ku ev 28 sali in didomînin ber bi Qada Galatasarayê ve meş li dar xistin. Meş li Qada Galatasarayê bi dawî bû û Dayikên Şemiyê daxuyanî dan Û çalakiya xwe li dar xistin. Rêveber û endamên ÎHD'a Stenbolê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 

Li aqûbeta Aydogan hat pirsîn

Tevî şertên hewayê yên dijwar jî Dayikên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û bi qerenfîlan di destên xwe de li aqubeta Nihat Aydogan ê di sala 1994'an de li mala xwe ya li gundê Mizîzexê yê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve ji aliyê tîmên taybet û leşkeran ve hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat girtin, pirsîn.

Tekoşîna edaletê ya herî demdirêj

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD'a Stenbolê Sebla Arcan xwend. Arcan da zanîn Dayikên Şemiyê 973 hefte ne li vî welatî têkoşîna edaletê ya herî demdirêj didomînin. Arcan da zanîn ji ber dewlet berpirsiyariya xwe bi cih nayne loma ev têkoşîn didome. 

Di binçavan de tê windakirin

Arcan li aqubeta Nihat Aydogan ê di sala 1994'an hat windakirin pirsî û got: "Di 30'yê mijdara 1994'an de di saetên serê sibehê de gelek leşker, cerdevan û tîmên taybet bi ser mala malbata Aydogan de girtin. Li ber hevjîn û zarokên xwe Nihat Aydogan lêdan xwar. Di nava xwînê de dest û çavên wî hatin girêdan û ew birin Qereqola Cendermeya Mîdyadê. Ji wir jî birin Fermandariya Navendê ya Cendermeya Mêrdînê. Piştre careke din xeber ji Nihat Aydogan nehat girtin. Meqamên fermî diyar kirin ku Nihat Aydogan piştî hatiye binçavkirin 20 roj şûnde sewqî dozgeriya nobedar hatiye kirin û piştî îfadeyê hatiye berdan. Li ser vê yekê hevjîna wî daxwazname ji dozgeriyê re nivîsand. Dozger ji hevjîna Nihat Aydogan, Halime Aydogan re gotiye 'Hevjînê te niha çûye serê çiyê, careke din neyê ber vî derî'."

Dosya li benda edaletê ye

Arcan da zanîn piştî demeke dirêj Nihat Aydogan di qeydên serjimariyê de wekî mirî ketiye qeydan û got: "Pirsa 'heke miri be ka gora wî li ku ye' bê bersiv ma. Keyayê ku agahiya mirinê bi Îdareya Serjimarê parve kiriye diyar kir ku bi zextê fermandariya cendermeyê agahiya mirineke ne rast daye serjimarê. Hemû serlêdanên malbata Nihat Aydogan heta niha bê bersiv maye. Dosya niha di refên bi toz ên edliyeyê de tê sekinandin ! "

 Arcan diyar kir ku wê çalakiya wan her bidome û dev ji lêgerîna xizmên xwe bernedin.  

Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê qerenfîl danîn Qada Galatasarayê û çalakiya xwe bi dawî kirin.