Dayîkên Şemiyê di hefteya 1111'emîn de civiyan
Dayîkên Şemiyê, bi daxwaza winda werin dîtin, kujer bên darizandin, cara hezar û 111'emîn li Qada Galatasarayê kombûn. Malbatan, daxwaza eşkerekirina heqîqetê dubare kirin.
Stenbol – Dayîkên Şemiyê, bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 1111’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Xizmên windayan, daxwaza xwe ya "Bila heqîqet eşkere bibe, windahî bên dîtin û kiryar bên darizandin” dubare kirin û xwestin sînorkirina kesan a li qadê bê rakirin û dozên windayan bi awatekî bandor ji nû ve bên lêpirsîn kirin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayîka Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.
‘Hezar û 111 ne tenê hejmar e’
Sebla Arcan, diyar kir ku hezar û 111 ne tenê hejmar e û wiha axivî: “Hezar û 111 hefte têkoşîna hevpar a malbatên windayan e. Hezar û 111 hefte her şemiyê heman pirsê dipirisin; xizmên me yên ku di binçav de hatine windakirin li ku ne? Tevî ewqas dem derbas bû, desthilata niha wekî desthilatên berê ji bo heqîqetê derxe holê tu tiştekî nekir. Qada Galatasareyê bi bariyeran girt. Divê Qada Galatasarayê were vekirin, dosyayên windayan bi awayekî xurt dîsa werin vekirin, dawî bi polîtîkayên bêcezahiştê were. hezar û 111 hefte bendamayîna ya bêdawî ya malbatan e. hezar û 111 hefte bendamayînek ku li ber kêleka mirin û hêviyê ye."
Bi salan e tenê malbat barê bendamayînê hildigirin. Lê divê dewlet berpirsiyara xwe bi cih anîbûya. hezar û 111 ne hejmar e, bendamayîna hezar û 111hefte ye. Têkoşîna me ev hezar û 111 hefte ne tenê ji bo xizmên me ji bo dad, hiqûq û parastina mafê mirovan e. Em xwedî biyar in, rewş çiqas dijwar bê jî em teslîmê bêhêviyê nabin û em ê têkoşîna xwe ya heqîqet û dadê berdewam bikin. hezar û 111 hefte ne hejmar e, têkoşînek hezar û 111 hefte ye. Em destûr nadin tiştê hatiye serê me bê jibîrkirin. Em ji şîna xwe ya bêdawî têkoşîna heqîqet û dadê dihonin.
‘Me ne dev ji bendamayînê ne jî dev têkoşînê berda’
Tevî êşên ku me dît, derbasî nifşên nû dikin. hezar û 111 hefte ne hejmar e, bêcezahiştina hezar û 111 hefte ye. Kiryar tên parastin, dosya bi awayekî xurt nayê meşandin. Rêya hêqîqetê yek bi yek tên girtin. Ev hezar û 111 hefte ye, me ne dev ji bendamayînê ne jî dev têkoşînê berda.”
'Em ne 10 kes, bi hezaran in’
Ji xizmên windayan Îkbal Eren, diyar kir ku ew hezar û 111 hefte ne, bi heman daxwazê li Qada Galatasarayê ne û bertek nîşanî sînorkirina hejmara mirovan da: "Em hezar û 111 hefte ne, heman pirsê dipirsin. Gelo xizmên me yên di binçavan de windabûn li ku ne? Bila heqîqet bê eşkerekirin, çarenûsa windayan were ronîkirin û bila kiryar bên darizandin. Ev têkoşînek edaletê ya hezar û 111 hefteyî ye. Îro qad bi 190 kesan re tê sînordar kirin. Dev ji vê pêkanîna li dijî hiqûqê berdin."
Hanim Tosun: Arşîvên xwe vekin
Hanim Tosun jî, diyar kir dewlet bi salan e çarenûsa kesên winda eşkere nake û got: "Hemû kes dizane çima em li vir in. Em van wêneyan bê sedem hilnagrin. Kevirê gorekî nîşanî me bidin. Rastiya van kesên windabûyî di arşîvên dewletê de ye. Heta ku hûn arşîvên xwe vekin, emê li qadan bin.”
'Em di têkoşîna xwe de bi biryar in'
Masîde Ocak, diyar kir ku têkoşîn ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe û wiha axivî: "Îro nifşa sêyemîn vê têkoşînê didomîne. Girtina qadan, dê israra me asteng neke. Xizmên me hêj winda ne û kiryarên wan hêj nayên darizandin. Em bi biryar in ku têkoşîna xwe bidomînin.”
Hanîfe Yildiz: Mafê min a dayîktiyê ji destê min hat standin
Hanîfe Yildiz a dayîka Murat Yildiz, bi bîr xist ku kurê wê di 19 saliya xwe de winda bûye û wiha got: “Ger kurê min sax bûya, îro 51 salî bûya. Ez dayîkek im; mafê min a dayîktiyê ji destê min hat standin. Ez dixwazim bizanim çima winda bû û çi bi serê wî hat. Yên ku divê ji me re bibêjin zarokên me li ku ne, bêdeng in.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.