Dayikên Şemiyê di hefteya 1014’an de hatin ba hev

Dayikên Şemiyê di hefteya 1014’an de daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin û gotin: “Tevî hemû zextan jî em ê ji bo edalet û heqîqetê û ji bo li dijî binpêkirinan civak di nava ewlehiyê de bijî têkoşîna xwe bidomînin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û faîlên wan werin darizandin, di hefteya 1014’emîn de li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin. Dayikên Şemiyê qerenfîl û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê de Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî û parêzvanên mafan û hejmarek zêde xizmên windayan beşdar bûn.

Di çalakiyê de 30’ê Tebaxê Roja Windakirinên bi zorê ya Navneteweyî hat bibîrxistin. Daxuyaniya çapemeniyê xwişka Murat Aslan ê ku di bin çavan de hat windakirin Fatma Aslan xwend.

‘Me jiya em bûn şahid em dizanin’

Fatma Aslan bal kişand ser tiştên xizmên kesên hatine windakirin û kesên di bin çavan de hatin windakirin ji 30’yê Tebaxa 2011’an ve heta niha jiyane bi bîr xist da zanîn ku li çar aliyên cîhanê çalakî tên li darxistin, Fatma Aslan diyar kir ku weke her sal ji bo berpirs werin darizandin bang kirine û wiha got: “30’yê Tebaxê di heman demê de banga piştevaniya bi xizmên windayan re ye. Li gorî mafên mirovan a navneteweyî ronîkenekirina aqubeta kesên hatine windakirin ji bo malbatê weke îşkence tê nirxandin. Me jiya, em bûn şahid, em dizanin.”

‘Pêvajoyên adilene yên ku berpirs werin cezakirin çênebûn’

Fatma Aslan bal kişand ku failên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin nehatine cezakirin û serlêdanên hatine kirin weke ‘îdiayên ne berbiçav’ ketine qeydan û wiha got: “Di encama bêcezatiya ku vê siyaseta înkarê dodomîne de, yên ku fermana di bin çavan de windakirinê dane, yên ku sûc kirine û rayedarên ku çavên xwe ji sûc re girtine nedarizandin; berovajî parastin, pêvajoyên adilane yên ku berpirs û failan ceza bikin û aqûbeta windayan ronî bikin nehatin pêkanîn, derketina rastiyê hat astengkirin.”   

‘Windakirina bi zorê şerma hemû mirovahiyê ye’

Fatma Asaln destnîşan kir ku ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û heta aqubeta wan neyê zanîn wê têkoşîna xwe bi îsrar bidomînin û wiha got: “Tevî hemû zextan, mafê edalet, heqîqet û li dijî dubarebûna binpêkirinan em ê di parastina mafê civakê de îsrar bikin. Em careke din bi bîr dixin: Bi zorê windakirin şerma hemû mirovahiyê ye. Ji bo ev şerm ji ser rûyê erdê were rakirin, têkoşîn, erka her mirovê xwedî rûmet e.”

Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê bi gotina; ‘Ji bo dayikên Şemiyê û Hemû windayan’ qurnefîl danîn Qada Galatasarayê. Piştre çalakî bi dawî bû.