Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’an de gotin: Em ê dest jê bernedin!

Di çalakiya hefteya 1000’an a Dayikên Şemiyê de bi sedan kesan ji bo kesên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin daxwaza edaletê kirin. Di çalakiyê de peyamên; “Em ji bîr nakin. 1000 hefte ye em diqîrin, em tu carî dest jê bernadin” hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan- Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin di çalakiya xwe ya hefteya 1000’an de li Qada Galatasarya hatin ba hev.

Çalakiya bêdeng a rûniştinê hat lidarxistin 

Di çalakiya vê hefteyê de hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan jî di nav de bi tevlibûna partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê çalakiyek girseyî hat lidarxistin. Ên ku beşdarî çalakiyê bûn pêşmalkên bi Kurdî û Tirkî ku li ser wan “Dayikên Şemiyê” nivîsandîbûn, li xwe kirin. Di çalakiyê de li ser qadê nivîsa ‘1000 hefte’ û li ser pankartek reş a wêneyên windayan li ser hatibû vekirin, qûrnefîl hebûn. Piştî çalakiya rûniştinê ya bêdeng daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama Komîsyona li dijî Windayên di bin çavan de ya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sebla Arcan ve hat xwendin.

‘1000 hefte ye bi êşa ku qet kêm nebûye em li bendê ne’

Sebla Arcan da zanîn ku 1000 hefte ne tên ba hev û diyar kir ku daxwaza kesên dewletê piştî wan binçav kir, winda kirine dikin. Sebla Arcan, destnîşan kir ku ne cenazeyên kesên hatine windakirin ne jî ew bi xwe nehatine dîtin û wiha got: “Ji wan tenê wêneyên ku em hildigirin mane. Ew jî weke we bûn û dihatin hezkirin. Hezar hefte ne bi êşeke ku qet natebite û hêviyeke qet xelas nabe em li benda hezkiriyên xwe ne. Ev hezar hefte ne em dipirsin. Windakiriyên me li ku ne, faîl çima bi bêcezakirinê tên parastin. Em ê ji bîr nekin û qet ji bîr nakin. Hezar hefte ne em diqîrin, em ê qet dest jê bernedin.”

‘Hinek caran em bi tundiyê re rûbirû man bi zorê hatin belavkirin lê me tu carî dest jê berneda’

Sebla Arcan bi bîr xist ku ji 27’ê Gulana 1995’an ve li Qada Galatasarayê kom dibin û wiha domand: “Em hinek caran hatin astengkirin. Bi darê zorê, bi tundiyê re rûbirû man, hatin binçavkirin û darizandin lê me qet dest jê berneda ji ber ku ew roniya çavên me ne. Em nikarin qurnefîlan daynin, ser gorên wan lê em her hefte datînin vê qadê.”

‘Em dixwazin qurnefîlên xwe daynin ser goran’

Sebla Arcan diyar kir ku di hefteya 1000’emîn de bi daxwazek derdikevin û got: “Em windakiriyên xwe dixwazin! Em naxwazin qurnefîlan daynin vê derê, em dixwazin daynin ser goran. Em di hefteya xwe ya 1000’an de careke din diqîrin, heta ku em hezkiriyên xwe nebînin, em ê dest jê bernedin.”

Xizmên windayan daxwazên edaletê dubare kirin

Piştî daxuyaniyan malbatên windakiriyan axaftinên kurt kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Dayika Hasan Ocak ê hatiye windakirin, Emîn Ocak ji bo piştevaniya her kesê spasiyên xwe pêşkêş kirin û daxwaza edaletê dubare kir. Dayika xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di bin çavan de hate windakirin, Zubeyde Tepe jî diyar kir ku gelek xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê hatin qetilkirin û wiha got: “Em ê dest ji Galatasarayê bernedin. Heta ku Tansû Çîller, Mehmet Agar û Korkmaz Tanhan neyên darizandin em ê vê têkoşînê bidomînin. Em kujerên zarokên xwe dixwazin. Edalet li vir nîn e. Dibêjin ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye.’ Heke edalet hebe bila faîlan bidarizînin. Ez edaletê dixwazim.” Hevjîna Fehmî Tosûn ê hatiye windakirin, Hanim Tosûn jî wiha got: “Helbet dê rojekê hesabê bidin. Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Heta ku kujer derkevin pêşberî darazê em ê li vir bin.”

‘Em bimrin wê neviyên me werin vê derê’

Xwişka Hayrettîn Eren ê di bin çavan de hatiye windakirin, Îkbal Eren jî got: “Dayika min her dem gorek xwestibû. Ez ji cihê ku dayika min hiştiye, ji bo goreke kekê xwe ya bi kulîlkan hatiye xemilandin li vir im. Hebûna me ya îro li vir, encama dest jê bernedana me ye. Em ê ji bîr nekin, nedin ji bîr kirin.” Keça Îbrahîm Demîr ê di bin çavan de hatiye windakirin, Denîz Demîr jî destnîşan kir ku 34 sal in li edaletê digerin û dê heta bêhna xwe ya dawî li pey edaletê bin. Hevjîna Kasim Aksoy, Erdogan Aksoyê jî wiha got: “Çavên hevjînê min girtin û ew birin girtîgehê û ew windakirin. Em edaletê û windakiriyên xwe dixwazin. Heke em bimrin jî dê neviyê me bên vê derê.”  

 ‘Em ê li vir bin’

Hevjîna karsaz Savaş Bûldan ê hat qetilkirin parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan jî anî ziman ku hezar hefte ne li benda edaletê ne. Pervîn Bûldan, bi lêv kir ku goreke ku qurnefîlekê deynin ser nîn e û wiha got: “Goreke ku em li ser duayan bikin nîn e. Ji ber wê yekê heta ku windakiriyên me bên dîtin û faîl bên cezakirin em ê li vir bin. Ji ber ku ev qad, qada me ya edaletê ye.” Birayê Cemîl Kirbayir ê hat windakirin, Mîkaîl Kirbayir ê hat windakirin jî diyar kir ku ji bo li vê qadê kom bibin bi gelek bêhiqûqiyan re rû bi rû mane û got: “Dewlet gorek deyndarê min e.” Neviya Îbrahîm Çelîk, Şevîn Çelîk jî wiha got: “Ez ji bo bapîrê xwe edaletê dixwazim.”

Piştî axaftinan peyamên piştevaniyê yên ji derveyî welat ji bo Dayikên Şemiyê hatine şandin hatin xwendin. Piştî peyaman çalakî bi dawî bû.