Dayikên Şemiyê cara 999’an daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ku di sala 1994’an de li navçeya Pasûrê hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.

Stenbol- Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ku li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin, di çalakiya xwe ya hefteya 999’an de li Qada Galatasarayê bûn.

Di çalakiya ku parêzvanên mafan piştgirî didin, li gel qornefîlan, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezaîr Orhan ku di 24’ê Gulana 1994’an de li Amedê hatin binçavkirin û windakirin ronî bibe.

Di çalakiyê de Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku polîtîkayên di windakirina di bin çavan de ji rabûrî ve heta niha berdewam dikin, sedema wê ya bingehîn ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên bêcezatiyê ye. Gulseren Yolerî da zanîn ku sûcê di binçavan de windakirina mirovan sûcê mirovahiyê ye di vê mijarê de dawî li demboriyê bînin, xwest ku der barê failan de lêpirsînek baş were meşandin. Piştî ku Gulseren Yolerî endamê Komîsyona li Dijî Windahiyan a ÎHD’ê Ummuhan Kaya behsa çîroka Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan kir.

Doz hat girtin

Ummuhan Kaya wiha got: “Yekîneyên leşkerî yên Tûgaya Komando ya Boluyê di 20’ê Nîsana 1994’an de li derdora gundê Çaglayan ê girêdayî navçeya Pasûra Amedê kamp vekirin. Leşkerên girêdayî yekîneyê ku li herêmê operasyon pêk anîn, Di 24’ê Gulana 1994’an de hatin gundikê Deveboynu. Di wê demê de  Mehmet Selîm ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî li gund bûn li gel xwe birin. Piştre malbatê li ser pirsa ‘hûn wan dibin ku derê’ bersiva ‘dê rê nîşanî me bidin û piştre em ê berdin’ dan. Ummuhan Kaya diyar kir ku malbatan ji xizmên xwe agahî negirtine û hemû serlêdan bêencam mane û ev tişt got:

“Dema ku Selîm, Hasan û Cezîr Orhan hatin binçavkirin, şahidên ku dîtine destpêkê birine qereqola Serik û piştre jî birine qereqola leşkeran a Licê û herî dawî jî birine dibistana şevînî ya a lêmayînê ya Licê ku beşek ji wê cihê kiribûn cihê Îşkencexanayê. Lê belê serdozgerê Komarê yê Pasûrê di 8’ê Hezîrana 1994’an de lêpirsîn dabû destpêkirin û bi hinceta ku navê wan di lîsteya binçavkirinê de nîn e, biryara neşopandinê da. Piştre jî bi hinceta demboriyê, doz hat girtin. AÎHM di 6’ê Mijdara 2002’an de ji ber windakirina Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan di bin çavan de, Tirkiyeyê mehkûmî dayîna tezmînatê kir.”

‘Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin’

Ummuhan Kaya da zanîn ku di sala 2003’an de hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bacilar ê Pasûrê di goreke komî de hatine dîtin û wiha got: “Lê belê piştî kar û barên hestiyan radestî malbatê nekirin. Heta niha tu agahî ji Cezayîr Orhan nehatiye girtin.”

 Ummuhan Kaya bang kir ku der barê berpirsên di qeydên AÎHM de hene, pêvajo were meşandin û got: “Çend sal derbas dibe, bila derbas bibe, em ê dest ji bibîrxistina dewletê ku li gorî normên hiqûqa gerdûna ya dewletê tevbigerin bernedin.”

‘Wê serhildana wan ji vê qadê kêm nebe’

Xizmên windayan Îkbal Eren di çalakiyê de der barê xwişka Cemîl Kirbayir ê di dema 12’ê Îlonê, derbeya leşkerî de, di bin çavan de hat windakirin, Fatma Kirbayir ku beriya demekê jiyana xwe ji dest da axivî û wiha got: “Vê hefteyê li vê qadê kesek din jî bêyî bigihîje heqîqetê, bêyî aqubeta birayê xwe bizanibe ji nava me çû. Ev ji bo me hesteke ku nayê vegotin e. Em li gel Fatmayê dewrî nifşê duyem dikin, niha rêz hatiya nifşê duyem lê nifşê duyem be nifşê siyem be wê ev têkoşîn berdewam bike. Têkoşîna Fatma Kirbayir a ji bo Cemîl daye, têkoşîna me ye. Ji ber vê ew soza ku me daye dayika Berfo em didin Fatma Kirbayir. Serhildan wê ji vê qadê kêm nebe.”