Dayikên Şemiyê cara 925'an bang kir

Dayikên Şemiyê di hefteya 925'an a çalakiyên xwe de careke din bang li rayedaran kirin û gotin, ‘Wezîfeya xwe pêk bînin.’

Stenbol - Dayikên Şemiyê di hefteya 925'an a çalakiya xwe de careke din aqûbeta windahiyên xwe pirsîn. Dayikên Şemiyê ji ber qedexeya Qada Galatasarayê, daxuyaniya xwe li ser înternetê li dar xistin. Di daxuyaniyê de banga dosyayên windakiriyan ji nû ve bên vekirin û lêpirsîn û peyketineke bi bandor bê meşandin hat kirin.

‘Wezîfeya xwe pêk bînin’

Daxuyaniya vê hefte Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî da. Gulseren Yolerî diyar kir ku mekanizma û pergala edaletê tune ye û 925 hefte ne li dijî bêedaletiyê têdikoşin. Yolerî bang li rayedarên dadê û îdarî kir ku pêşî li bêcezahiştinê bigirin û wezîfeya xwe pêk bînin û her ku ew dibêjin bila lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin jî lê ji ber rola dewletê ya di kuştin û windakirinan de pirsên wan bêbersiv tên hiştin. 

‘Çima hûn bêdeng in?’

Gulseren Yolerî da zanîn ku ji bo parastina mafên mirovan îradeyek nîne lewma 226 hefte ne azadiya kombûna aştiyane tê astengkirin û Tirkiye veguheriye welatê qedexeyan û ew di bin siya binpêkirinên mafan û neheqiyan de Hefteya Mafên Mirovan ango 74’emîn sala Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî pêşwazî kirine. Yolerî bang li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê kir û got: “Çima hûn ji bo windayan û binpêkirinên mafan bêdeng in?” 

Daxuyaniya we û tiştên diqewimin ji hev dûr in’

 

Gulseren Yolerî bersiva daxuyaniya “di warê mafên mirovan de em welatek mînak in” a Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû da û wiha got: “Ez gazî Wezîrê Karên Derve dikim; di serdema hikumeta we de binpêkirinên mafan her zêde bûne, hiqûq û qanûn hatine astengkirin û bêedaletî kûr bûye. Ev yek li ber çavê me hemûyan disekine. Çar sal in Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê û hemû civakê bi bariyeran hatiye girtin. Ma gelo ev ne di serdema hikumeta we de ye. Daxuyaniya we û tiştên diqewimin ji hev dûr in.” 

Em dev jî Qada Galatasarayê bernadin’

Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê ji bo hemû windakiriyên xwe daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Dewlet divê li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigere. Em ê dest ji doza windayên xwe û Qada Galatasarayê ku 226 hefte ye li me hatiye qedexekirin, bernedin.