Dayîkên Şemiyê: Bila bêedaletiya ev 76 sale didome bi dawî bibe

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî ku beriya 76 salan hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn û xwestin bêedaletî bi dawî bibe.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Di hefteya 993’yemîn de çalakvanan qurnefîl û dovîzên wêneyên windakiriyan li ser bûn hilgirtin. Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Ozgul Sakî, Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Kerem Firtina, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û rêveberên şaxa komeleyê ya Stenbolê piştgirî dan çalakiya vê hefteyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî di 31’ê adara sala 1948’an de ji bo biçe derveyî bajar ji Stenbolê derketibû û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona li Dijî Windakirinan a ÎHD’ê Sebla Ercan ve hate xwendin. Sebla Ercan diyarkir ku di 76’emîn sala windakirina Sebahattin Alî ya ji aliyê dewletê ve hatine gel hev û da zanîn ku wê aqûbeta Sebahattin Alî di tariyê de nemîne. Sebla Ercan, anî ziman ku malbata Alî ji daxuyaniya fermî ya dewletê qaneh nebûye û wiha got: “Dewlet dibêje ku Sebahatîn Alî dema direviya Bulgaristanê, ji aliyê qaçaxçiyekî neteweperest ve hatiye kuştin. Lê xizmên Sebahattîn Alî dibêjin ku li emniyeta Kirklareliyê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û cenazeyê wî hatiye windakirin.”

‘Dibin zextek giran debû’

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê kir ku Sebahattin Alî nelirêtî û xizaniya wê demê vedigot lewma bi propagandayê dihat sûcdarkirin, derheqê wî de lêpirsîn dihat vekirin, cezayê girtinê dihat dayîn û pirtûkên wî dihatin qedexekirin û wiha hate gotin: “Sebahattîn Alî ji ber zexta neçar ma ku bixwaze biçe Ewropayê lê li ser sînor hate girtin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Divê ev bêedaletiya 76 sal in didome bi dawî bibe. Divê cihê gora Sebahattîn Alî were eşkerekirin û pêvajoya windakirina wî were zelalkirin. Divê dosyaya Sabahattîn Alî ya veşartî ya li Midûriyeta Giştî ya Arşîvên Dewletê bê eşkerekirin. Pêşîlêgirtina lêkolînkirina bûyerên windakirinê, tê wateya rewakirina van sûcan.”

 Piştî daxuyaniyê, beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.