Dayikên Şemiyê aqubeta komkujiya Basayê pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 980’an li qada Galatasarayê bang kirin û vê carê li aqubeta komkujiya Basa ku beriya 28 salan 11 kesên ku xistin binçavan û di seyareyê de gule lê barandin û qetil kirin pirsîn.
Stenbol- Dayik- Mirovên Şemiyê ji bo li aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin di hefteya 980’an de li qada Galatasarayê hatin ba hev.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê piştgiriya parêzavanên mafên mirovan kirin, li aqubeta komkujiya Basayê ku beriya 28 salan 11 kesên xistin binçav û di seyareyê de gule li wan barandin û qetil kirin pirsîn. Daxuyanî ji aliyê xwişka Hasan Ocak ku di 21’ê Adara 1995’an de hat qetilkirin Masîde Ocak ve hat dayîn.
Masîde Ocak diyar kir ku di hefteya 980’an a çalakiya xwe ya ji ber polîsan qada Galatasarayê bi bariyeran asteng kirine, li ber derî didin û got: “Ev 980 hefte ne em diqêrin, bi sedan mirov di bin çavan de hatin windakirin, di vê xakê de tu fail û berpirs nehat cezakirin. Siyaseta bêcezatiyê xwegihandina me ya edaletê û windayên me zehmet kiriye. Her roja Şemiyê, ji Galatasarayê dosyayên ku van gotinên me rast dike em bi civakê re parve dikin û ji bo rastî di bîra civakê de bimîne em têdikoşin.”
Ên hatin qetilkirin bi awayê komî hatin veşartin
Masîde Ocak da zanîn ku ji bo komkujiya Basaê daxwaza edaletê dikin û wiha domand:
“Li gorî rapora Koma Xebatê Bi Hev re ya Aştiyê ku ketin qeydên fermî yên dewletê, di navbera dîroka 10-12’ê Çileyê sala 1996’an de, leşkeran li ser gundên Yatagan û Çevrimlî a navçeya Basa ya Şirnexê de girtin. Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin. Ên ku hatin binçavkirin birin Tabura Jendarma ya Taşkonak. Gundî li vê derê di encama îşkenceyên giran de hatin kuştin. Di dîroka 15’ê Çileya 1996’an de jandarmayê ku li muxtarê gund ê Koçyurdu û di heman demê de cerdevan Mehmet Oner di geriya diyarkirin ku wê ên ku xistine binçavan de berdin, ji bo wan bigrin xwest ku seyareyekê bişîne tabûrê, Mehmet Oner ê ji bûyerê bi guman bû nexwest ajokar bi tenê bişîne. Cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemîr girt gel xwe û bi seyareya bi plaqeya 56 AH 320 a ku Ramazan Nas dajot çû Tabûra Cendirmeyan a Şîkeftiya. Cerdevanên ku çûn û li gel 6 gundiyên ku berê hatin qetilkirin, cenazeyên 10 kesan, bi kursiyên seyareyê ve girêdan û tûrik xistin serê wan. Seyareya ku Ramazan Nas bi kar dianî di bin kontrola cendirmeyan de derket rê. Rê jî ji aliyê leşkeran ve ji trafîkê re hat girtin. Dema ku seyare heta cihekê tê cendermeyên di nav seyareyê de peya dibin û dûr dikevin. Paşê jî destpêkê seyare tê gulebarankirin. Di encama roketên hatine avêtin de bedan 10 kesên di nav seyareyê de bûn mîna komirê. Li ser ajokerê ku hewl da bireve jî gule hat barandin û ew jî hat kuştin. Cenazeyên ku bûn weke xweliyê, radestî malbatan nehatin kirin. Bêyî ku xebatên diyarkirina nasnameyan û wecîbeyên olî werin bicihanîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi awayek komî hatin veşartin.”
‘Hemû hewldan bê encam man’
Masîde Ocak bi bîr xist ku Koma Xebatê bi Hev re ya Aştiyê ji bo komkujiyê ronî bike li gel şandeyekê çû cihê bûyerê û wiha got: “Agahiyên ku şandeyê bi dest xist û kesên bûyer dîtin, bi daxuyaniyên fermî re nakok bû. Şande di xwegihandina hemû agahî, dîtin û belgeyan de ji bo raya giştî daxuyaniya ‘vê qetlîamê hêzên dewletê pêk aniye’ da û tevî raporên xwe serî li DGM’a Amedê, Wezareta Heremî ya Rewşa Awarte û Serpereştiya Giştî ya Leşkerî da. Bi dehan caran ji bo dozgeriyê serlêdana vekirina dozê kir. Lê tu encaman bi dest nexist. Hemû hewldan bê encam man. Di doza ku li AÎHM’ê hatiye vekirin de jî Tirkiye ji ber berpirsiyariya lêpirsîna bi bandor û binpêkirina mafan hat mehkûmkirin.”
‘Dawiyê li bêcezatiyê bînin’
Masîde Ocak bang li meqamên edlî û siyasî kir û got: “Wezîrê demê Adnan Ekmen û Fermandeya Yekîneya Navendî ya Cendirmeyan a Bajarê Şirnexê Ozcan Tozlu ku komkujiya Basayê îşaret bi girêdana wê bi dewletê re kir. Der barê tiştên hatin jiyîn de em daxwaz dikin ku hûn berspirsyariyê bi cih bînin.” Xwest ku yên komkujî ferz kirine derbixin holê û ev bêcezatî bi dawî bibe.
‘Bila êdî ev mirin rawestin û aştî pêk were’
Piştî daxuyaniyê keça Ahmet Kaya ku di komkujiya Basayê de jiyana xwe ji dest dabû, Emîne Kaya axivî û got: “Em îro jî li dijî vê rewşê dixwazin deng were derxistin û aştî pêk were. Ji ber ku em naxwazin kesek weke me mexdûr bibe. Bavê me qetil kirin û şewitandin. Piştî ku we qetil kir çima dişewitînin? Hûn ê ve şerma xwe çawa veşêrin? Em ji bo vê şermê neyê veşartin, ji bo edalet pêk were li vê derê ne. Mixabin li vî welatî edalet nîn e. Dema bûyer qewimî ez zarokek biçûk bûm. Îro jî ez mezin bûme û hê ez edalet û aştiyê dixwazim. Êdî bila kes nemire û komkujî çênebin. Wê ev komkujî heta ku derê berdewam bike û wê heta kengê zarokên biçûk bigirîn? Ez bang li rayedaran dikim, bila êdî ev mirin rawestin û aştî pêk were.”
Keça din a Ahmet Kaya Leyla Kaya jî destnîşan kir ku hê dema zarok bûye şahidî ji wandabûna ku bavê xwe ye ku hat binçavkirin kiriye û daxwaza edaletê kir.
Çalakî, bi avêtina qurnefîlan li peykerê Galatasarayê ku bi bariyerên polîsan hatibû dorpêçkirin bi dawî bû.