Dayikên Şemiyê aqubeta Kadîr Keremoglu pirsîn

Dayikên Şemiyê di hefteya 838’an de aqûbeta Kadîr Keremoglu yê 75 salî pirsîn û xwestin kujerên wî bên cezakirin.

 
Stenbol - Dayikên Şemiyê di hefteya 838’an de aqûbeta Kadîr Keremoglu yê 75 salî ku di 14'ê nîsana 1995’an de li Wanê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû revandin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. Dayikan di çalakiyê de xwest kujerên Keremoglu bên cezakirin û aqûbeta Keremoglu jî bê ronîkirin. 
Li ser navê Dayikên Şemiyê Zîn Demîr, daxuyanî da û wiha got: "Dewlet, daxwazên malbatên bi sedan kesên di bin çavan de hatin windakirin wekî maf qebûl nake. Malbatan wekî kesên xwedî maf nas nake. Azadiya mafên malbatan ji aliyê iqtîdarê ve b keyfî tê binpêkirin. Malbata Keremoglu li Wanê malbatek xwedî mal û milk bûn. Kesên girêdayî JÎTEM'ê gefa 'Navê we jî di lîsteya kesên bê kuştin de heye' û pere ji malbatê xwestin. Piştî malbatê ev daxwaz red kir, kesên girêdayî JÎTEM'ê Karsazê 75 salî Kadir Keremoglu di 14'ê Nîsana 1995'an de revandin. Keremoglu, li pêş Mizgefta Keremoglu bi texsiya Toros a plaqeya wê 01 EA 600 revandin. Texsiya Dogan a pilaqeya wê 65 ER 279 û texsiya Brodwaş a pilaqeya wê 06 FH 600 jî hevkariya kesên di Torose de bûn kir."  
Zîn herî dawî anî ziman ku di hefteya 838’an de aqûbeta Keremoglu di pirsin û wiha bi dawî kir: "Divê kesên dewletê bi rêve dibin û saziyên darazê êdî dawî li polîtikayên înkarê bînin. Çend sal derbas bibin jî emê lêgerîna edaletê ya ji bo Keremoglu berdewam bikin. 139 qada Galatasarayê hatiye qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê û lêgerîna windayan bernedin."